Mezinkirina şoreşê erka me ye!

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:48

  • Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî salvegera 10’an a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, ew ê vê rojê bikin destpêka pêngaveke nû.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî salvegera 10’an a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, ew ê vê rojê bikin destpêka pêngaveke nû.

Fermandar QSD´ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de ev peyama li jêr belav kir: “Di 19 Tîrmehê de gelê me rêgezên jiyaneke nû û azad hilbijart û di oxira parastin û mezinkirina wê de, bi can û jiyana xwe fedekariyek bê hempa raber kir. Di 10’emîn salvegera şoreşê de, em hemû pakrewanên ku tevî astengî û dijminan, ev roj bi saya wan hat mezinkirin bi bîr tînin û berxwedana gelê xwe silav dikin. Parastina desketiyên şoreşê û mezinkirina tecrûbeya demokratîk erka me ye, em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.