Mexmûrê xiyanet li wan eşkere kir

Çarşem 25 Cotmeh 2023 - 16:25

  • Li Qereçoxa raserî wargeha Mexmûrê, kesê 3’yem ê hatî kûştin endamê MÎT’ê ye. Êvara 22’yê Cotmehê li vir di navbera Hêzên Iraqê û PDK’ê de şer qewimîbû. PDK’ê Ragihand ku 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye. Lê PDK´ê kuştina endamê MÎT´ê yê di nav refên xwe de Yavuz Erdem veşart.

Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fîlîz Budak li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, derbarê endamê MÎT’ê Yavuz Erdem ê ku di şerê li Çiyayê Qereçoxê yê raserî wargeha Mexmûrê de hatiye kuştin û ji aliyê PDK’ê ve kuştina wî hate veşartin, agahiyên girîng dan.

Bûdak agahiyên xwe dispêre Rojev mexmûr û ew jî disipêre çavkaniyên ji nava pêşmergeyan û dibêje, “Li gorî çavkaniyên ku ji nav pêşmergeyan ji me re hatine, kesê 3’yem ê hatî kuştin û [nasnameya wî û kuştina wî] hatî veşartin, endamê MÎT’ê ye û hatiye veşartin. Navê wî kesî yê di nava pêşmergeyan de Ehmed Hisên e û navê wî yê rast Yavuz Erdem e û ev demek e [ku] bi bi cil û bergên pêşmergeyan li Çiyayê Qereçoxê li gel pêşmergeyê fermandar ê bi navê Qehar Cehwer Qehar ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye, weke alîkar tevdigeriya û di wê pevçûnê de hat kuştin. PDK’ê ev kes [û kuştina vî] kesî veşart. Ev kes [cenazeyê wî kesî] wê êvarê rakirin nexweşxaneyeke taybet a Hewlêrê û ji wir birin Dihokê. Ji Dihokê jî bi helîkopterê derbasî Tirkiyeyê kirin.”

PDK´ê piştî şerî dabû zanîn ku di şer de pêşmergeyên wê Qehar Cewher Qehar û Hawrê Cewher Rehman canê xwe ji dest dane û behsa vî kesê sêyem nekiribû. Rojev Mexmûrê di agahiyên xwe de got, ew li bendê ne ku wêneyên vî endamê MÎT´ê yê hatiye kuştin, yanî Yavuz Erdemî bi dest wan bikevin û ew ê paşê van wêneyan jî par ve bike.

Dewleta Tirk ji mêj e, êrişên hewayî bi agahiyên ji erdê, dibirin ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Xelkê wargehê gelek caran digot, di van êrişan de destê xiyanetê heye. Bi rengekî ji rengan eşkerebûna kuştina endamê MÎT´a Tirk Yavuz Erdem di nava hêzên PDK´ê de, ev yek careke din piştrast kir. 

 

HPG’ê hêzên xwe vekişandibûn

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vekişînin. Di daxuyaniya NPG’ê de hate gotin:“Rêveberiya tevgera me biryar da ku hêzên xwe yên li Mexmûrê hemûyan vekişîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî zanibe ku hêzên me wezîfeya xwe temam kirine û êdî pêwîstî pê nemaye ku vê wezîfeyê dewam bikin. Di mijara vekişîna hêzên me yên parastina gel ji devera Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti hêzê daxwazek nekiriye, bi temamî li ser bingehê fikir û biryara tevgera me hêzên me ji deverê vekişandin.” Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14’an a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê vala kirine, ji bo valahiya ewlehiyê çênebe, xwe bi cih dikin. 

 

Şerê hêzên Iraqê û PDK’ê

22’ê Cotmehê li ser çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bûbû, di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer qewimîbû. Derbarê encama şer de walitiya Mûsilê eşkere kir ku hêzên PDK’ê ji leşkerên Iraqê xwestine ku ew ji wan re xalên ku berê di dest hêzên HPG’ê de bûn û artêşa Iraqê lê bi cih bûne, derkevin. Lê hêzên Iraqê ev yekê red kirine, devjenî di navbera wan de derketiye û piştre şer qewimiye. Di şer de ji hêzên PDK´ê 2 pêşmerge û endamê MÎT´a Tirk Yavuz Erdem hatin kuştin, 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Di heman şerî de ji hêzên Iraqê 6 leşker birîndar bûn û rayedarên Iraqê dabûn zanîn ku rewşa diduyan ji wan giran e.   

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûr û Şengalê kir û hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê gel bi tenê li ber hovîtiya çeteyan hêla, gerîlayên HPG-YJA Starê bi hewara gel ve çûn. Çeteyên hov cara destpêkê li Şengal û Mexmûrê bi destê gerîlayên azadiyê hatin şikandin. Hêz û îradeya gerîlayên azadiyê hem Iraq hem jî Başûrê Kurdistanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê parast. Îstîqrar û aramî bire herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.