- Di nav nexşerêyan de navê Kurdistanê tine be jî, di sînemaya Kurdan de welatek heye. Êdî li her derê Sînemaya Kurdistanê tê gotin. Me sînemageran bi filman û sînemayê welatek ava kir.
ARDÎN DÎREN
Hîwa Amînnejad, sînemagerekî henûn e û ew li dide pey reseniyê. Di kadraj û dîmenên wî hemûyan de çandeke kurdewar xwe dide der. Amînnejad li Rojhilatê Kurdistanê dijî û filmên xwe hemû jî li wir çêkirine. Ew ji Baneyê ye. Ew herî zêde bi filma xwe “Malava Analog” tê naskirin. Beriya dest bi karê sînemayê bike, ew demek dirêj bi wênegiriyê re jî mijûl dibe. Yilmaz Guney û filma wî Rê tesîreke mezin lê kirine. Bi gotina wî, "Ev çîrok çîroka malbata min bi xwe bû. Filma Yılmaz Guney “Rê” hatibû nîşandan. Filmsazekî Kurd li Bakûr çîroka malbata min, ya birayê min kiribû film." Li ser çîroka wî, em Hîwa re peyivîn. Wî behsa destpêkirina sînemayê û her wiha nihêrînên xwe yên li ser sînemayê kir.
Gelo te çawa dest bi sînemayê kir?
Li bajarê Bane, nêzîkî mala me sînemayeke piçûk hebû. Gava ku em zarok bûn, bi hevalên xwe re em ji mal direviyan û me li wir bi dizî li filman temaşe dikir. Ji lewma dê û bavê me hez nedikir, em biçin sînemayê. Li wê sînemaya piçûk min gelek film dîtin. Li ber dramaya wan hestiyar dibûm û min dixwest çîroka wan filman bi xeyalên xwe bidomînim. Tiştek din ku qet naçe ji bîra min, birayekî min hebû, ew di hepsê de dîl bû. Ji bo Kurdistan rizgar bibe bi karên rêxistinî re mijûl bû. Piştî çend salan ji bo 3 rojan destûr dan wî ku were malbata xwe bibîne. Paşê dîsa vegeriya hepsê. Vê li ser min tesîr kiribû. Rojekê, dîsa di kanaleke Îranî de min berê xwe dayê ku filmek tê nîşandan. Ev çîrok çîroka malbata min bi xwe bû. Filma Yilmaz Guney “Rê” hatibû nîşandan. Filmsazekî Kurd li Bakur çîroka malbata min ya birayê min kiribû film. Heman tişt bû. Dûre jî min biryar da ku ez di derbarê sînemayê de hin çalakiyan bikim. Ew şeva min fîlmê Rê dît ez pê hesiyam ku sînema ji bo derbirînê alaveke pir muhîm e. Dîsa ji bo nîşandana êş û azara kesayetî û civakî jî amûrek bi hêz bû. Çîroka birayê min û filma Rê ya Yilmaz Guney bûn sebeb ku ez bi sînemayê re mijûl bibim.
Li Rojhilatê Kurdistanê bala gelek kesan li ser sînemayê ye. Li dinyayê hez ji filmên te tê kirin. Ev yek bingehê xwe ji kur digire Hîwa?
Rast e, sînema li Rojhilatê Kurdistanê gelek çalak e. Gelek filmsazên baş hene. Du tiştên sereke hene ji bo bipêşketina sînemaya li Rojhilatê Kurdistanê. Bi raya min gelê me yê li Rojhilat evîndarê çanda xwe ye û li wir ji berê ve çalakiyên çandî çêbûne. Gava Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê li Mahabadê damezirand, zêde qedr da çandê û xwest çand bi pêş bikeve. Şano, muzîk, rojnamegerî, û tevahiya huner ji vî qedrî sûd wergirt û hunermendên Kurd bi huner re mijûl bûn. Her wiha gelek pirtûk hatin çapkirin û xwendin jî bi pêş ket. Sedema duyemîn jî, Kurdên li Rojhilat sînemaya Îranê dişopînin û li Îranê sînemayeke baş heye. Gelek filmsazên mezin derketine û li dinyayê tên naskirin. Bêguman şêwaz, fikr û teknîka wan bandorê li me dike û gelek filmsazên Kurd jî li gel wan dixebitin. Her wiha di festîvalan de jî ew ji karên me hez dikin û qedir didin me. Ev têkiliya di navbera me de dike ku li Rojhilat sînemayeke baş û çalak derkeve holê.
Di filmên te de Kurdistanê xwedî roleke sereke ye. Nexasim, di filma “Bihêlin Bila Mêr Govendê Bigerînin” de ev yek tê hîskirin. Tu ji zargotin û çanda Kurdan jî gelekî sûd werdigirî. Li gorî te têkiliyeke çawa di navbera çand û sînemayê de heye?
Me Kurdan hinekî dereng dest bi sînemayê kir. Beriya wê, filmsazên ku ne Kurd bûn, dihatin li Kurdistanê film çêdikirin. Ev yek jî bi şêweyekî zor xerab nîşan didan. Çand û zargotina Kurdî bi awakî şaş nîşanê me û dinyayê didan. Ev yek ji min re bû derd, min got, gava ez film çêkim, li gel form û çîroka filmê divê ez çanda resen a Kurdan jî nîşan bidim. Ji ber van sedeman jî min hewl da ku muzîk û cilûbergên Kurdî bibin beşek ji sînemaya min. Dixwazim zarokên dikevin ber asîmîlasyonê, bi çand, huner û jiyana xwe şanaz bin û jê hez bikin. Dixwazim bînerên din ên ne Kurd jî bi awakî baş çanda me nas bikin. Li gorî min têkiliyeke xurt di navbera çand, ferheng û sînemayê de heye. Heger filmsazek ji çand û ferhenga zimanê xwe baş fêhm neke, filma wî filmeke rûtîn, bê rîşe û turîstî ye! Jixwe, bînerên dinyayê jî vê yekê dibînin ku ew ji çanda xwe dûr in. Derhênerên baş ên dinyayê hemû, beriya her tiştî zargotina xwe baş nas kirine. Mînak, Sergey Paracanov bi filma xwe “Rengê Hinarê” çand û zargotina Gurciyan bi dinyayê da naskirin. Ew film nasnameya gelê Gurcîstanê ye. Filmeke ku ji çand û zargotina xwe dûr be ew film xav e. Ê me Kurdan komarek me çênebûye û mixabin Kurdistan bûye çar parçe! Ti dewletê ev fersend nedaye me ku em sînemayê çêkin. Lê ez jî bi saya teknolojiya serdemê, ango sînemayê bi awakî bê sansûr dixwazim çanda xwe di sînemayê de rave bikim, filmên xwe li festîvalan nîşan bidim û welatê xwe bidim nasîn.
Li gorî min filma te “Malava Analog” (Farewell Analog) cuda ye ji filmên te yên din. Filmeke dilsoz e. Ev fikr çawa bi te re peyda bû, serpêhatiya vê filmê çi ye?
Wê demê ez bi filmeke belgeyî re mijûl bûm. Ji bo belgefilmê ez çûbûm Serdeştê. Gava ez çûm gundekî, çend kesan ji min re got, li vî gundî kesek heye xwedî kamera ye û filman çêdike. Ev tiştek xerîb bû ji bo min, li gundekî piçûk yê li ser sînor, mirovek tenê bi kamerayekê çawa dikare filman çêke? Ez çûm min ew kes nas kir. Ew qet di warê sînemayê de perwerde nebûbû, û bi hest û nihêrînên xwe derbarê jiyana gund de film çêdikirin û ev film di hin şahiyan de nîşan didan û gundiyan ji filmên wî gelekî hez dikir. Wan gundiyan ji filmên baş yên dinyayê bêhtir ji filmên filmsazên xwe hez dikir. Wan ji vê şêweya rasterast dilsozê rastiyê bû, hez dikir. Ev gund û ev filmsaz li ser bîr û baweriyên min ên sînemayê tesîrek çêkirin û qet ji bîra min neçû. Çend sal derbas bûn di ser vê serpêhatiya min de. Lê min dixwest senaryoyekê binivîsim. Herî dawî min hin tişt nivîsandin û dîsa çûm gund, ew kes dît û dest bi çêkirina vê filmê kir. Piştî ku film qediya jî, her kesê lê temaşe kir, gelekî jê hez kir, dilsoz, rast û şîrîn dîtin. Lewma ev hem çîroka wî kesî bû hem jî çîroka sînemaya Kurdî bi xwe bû. Wî filmsazî bê pere, bê piştgirî bi awakî rasterast film çêdikir ji bo gelê xwe.
Li gel sînemayê tu li Rojhilat digerî û wêneyan jî digirî. Wisa xuya dike ku tu hez dikî hin adetên Kurdan tomar bikî. Jixwe sînema jî esas karê tomarkirinê dike û ji wêneyan gelek sûd werdigire...
Bi ya min wênegirî dayika sînemayê ye. Derhênerek ji wênegiriyê baş fêhm neke, ew nikare bibe derhênerek baş. Heger em berê xwe bidin dîroka sînemayê, em ê bibînin ku derhênerên baş di heman demê de wênegirên baş in jî. Çikû, zimanê wêneyî zimanê îmajê ye. Bi saya wêne mirov hînî pîvanên dîmensaziyê dibe. Her wiha mirov fêrî kompozîsyon û harmoniya dîmen dibe. Heger mirov ji wêneyî baş fêhm bike, heman tişt ji bo sînemayê jî lû ye; û ev yek di plan û sekansên sînemayê de xwe nîşan dide. Bi baweriya min divê sînemagerek beriya her tiştî ji zimanê wêne fêhm bike û ji nîqaşên wê haydar be. Min bi wênegiriyê dest bi sînemayê kir. Wêne kir ku ez bibim dildarê sînemayê. Gava ez hîn bibim dîmenekî baş bigirim ez ê karibim bi sedan framên sînemayê jî çêkim. Wênegirî jiyana min bi xwe ye. Bi dilê xwe çav û nihêrîna xwe tim dixwazim wêneyan bigirim. Gava diçim hin cihan her û her wêneyan digirim û ev yek her tim berdewam e ji bo min. Li gel min arşîveke mezin heye, ez herim ku derê ji wir albûmek wêne derdixim. Gava ji bo filmeke diçim cihekî gelek kesan dibînim. Gund, bajar, xweza û mirov dibin mijara wêneyên min. Ji ber ku ez ji wêneyan hez dikim, ez arşîv dikim, lê tenê ne ji bo vê. Ev sedsal e, kerastên ku bi serê Kurdan de hatine mixabin nehatine tomarkirin û di vê babetê de arşîvên me qels in, hema bêje qet tine ne. Gava ji bo karekî em bixwazin li arşîvan binihêrin, mecbûr em diçin ji arşîvên Ewrûpa, Tirk û Farsan sûdê werdigirin. Ev yek xeter e li gorî min, ji lewre, ez arşîv dikim ji bo dîroka Kurdan baş were zanîn û çîrokên me neyên jibîrkirin.
Wek sînemagerekî Kurd ji bo rewşa sînemaya Kurdan ya a niha tu çi dibêjî?
Ez bi kelecan û hêvî me. Êdî dinya hemû li hember sînemaya Kurdî rêz digire. Sînemaya Kurdî sînemayeke mirovî ye û behsa çandeke qedîm dike. Dibe ku di nav erdnîgarî û nexşerêyan de navê Kurdistanê tine be, lê di sînemaya Kurdan de welatek heye. Çi li Rojava, çi li Bakur, çi li Başûr û çi li Rojhilat, îro sînemaya Kurdî bi pêş ketiye. Êdî li her derê Sînemaya Kurdistanê tê gotin. Ev tiştekî baş e. Me sînemageran bi filman û sînemayê welatek ava kir ji xwe re. Sînemagerên her çar parçeyên Kurdistanê bi yek dilî tevdigerin, çalak in û bi hev re dibin alîkar. Heger siyasetvanên me berê xwe bidin sînemageran û bibînin ew çawa bi hev re hevkariyê dikin, wê gavê ew jî dê li hev vegerin, şer û kêşeya di navbera xwe de çareser bikin û li çanda hevbeş xwedî derkevin. Ev yek gelekî girîng e ji bo min. Divê piştgiriyê bidin sînemayê û li sînemaya Kurd xwedî derkevin ji lewre sînema hunerekî zehmet û biha ye.
Jînenîgariyeke kurt a Amînnejad
Hîwa Amînnejad gava xwe dide nasîn dibêje, "Ez sala 1973’an li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Bane hatim dinê. Bane bajarekî piçûk e li ser sînorê Îran û Irakê. Dibistana destpêkê min li Banê bi dawî kir. Paşê ji bo Zanîngehê ez çûm Tebrîzê. Li Tebrîzê min beşa kitêbxanevanîyê xwend û di ber re jî min dersên sînemayê girtin. Di destpêkê de min ji wênegirtinê gelekî hez kir, ez çend salan bi wêneyan re mijûl bûm û min wêne digirtin. Li bajarên Tehran, Tebrîz û Sinê tevlî pêşangehên wêneyan bûm. Sala 2001’ê bi navê “Parazît” min belgefilmek çêkir. Ev filmê min a yekemîn bû. Min heya niha nêzî 10 kurtefilman çêkirine û bi navê “Malava Analog” jî filmeke min a metrajdirêj heye. Ev filmên min li gelek festîvalên fîlman hatin nîşandan û wan xelat wergirtin."