Malek û hezar berhem

În 12 Mijdar 2021 - 23:49

  • Li navçeya Koyeyê ya ser bi Hewlêrê, Mala Lep Zêrîn berhemên dîrokî kom dike û diparêze. Ew van berhemên dîrokî nîşan jî dide.

HEJAR REŞÎD / ROJNEWS/KOYE

Li navçeya Koyeyê ya ser bi Hewlêrê, Mala Lep Zêrîn berhemên dîrokî kom dike û diparêze. Ew van berhemên dîrokî nîşan jî dide.

Xwediyê Mala Lep Zêrîn Dr. Ediye Heme Seîd e. Ji derveyî dîroka malbatê, hewl daye ku berhemên kevin ên ji aliyê welatiyên Koyeyê ve berê hatine bikaranîn, kom bike û biparêze. Herwiha ji bo serdanan jî deriyê wê vekiriye.

Rêveberê malê, Dêdewan Yaqûb dibêje, "Mal sala 2015’an hatiye damezirandin û gelek berhemên dîrokî tê de hene. Gelek kes jî tên serdana vê malê."

Dêdewan Yaqûb dide zanîn ku ew heta niha tevlî 6 festîvalan bûne. Li ser berhemên di malê de jî ew dibêje, ji çanda Koyeyê ne.

Li malê qederê hezar berhemên kevin ên dîrokî hene. Dêdewan Yaqûb bang li welatiyan dike da ku berhemên Kurdewarî yên kevin, ji bo parastinê û ji bo ku welatî wan nas bikin, diyarî bidin malê.

Dêdewan Yaqûb destnîşan kir ku li malê beşek taybet ên berhemên jinan, çandinî, pîşesazî û berhemên Kurdaan ên berê jî heye.

Berhemên li vê malê gelek caran ji bo çêkirina klîp, film û dramayên Kurdî jî tên bikaranîn.

Li navçeya Koyeyê ji derveyî vê malê, çend cihên din ên berhemên çandî û dîrokî hene. Ev jî Qişleya Koyeyê, Çayxaneya Çandî ya Qişleya Koye û Karwanseraya Koyeyê ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.