Li Şehbayê kêfxweşî afirandin

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Tebax 2022 - 21:03

  • Komîna Şanoyê ya Avrîn a ser bi Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê, şanoya "Afirînerê kêfxweşiyê" nîşan da.

Komîna Şanoyê ya Avrîn a ser bi Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê, şanoya "Afirînerê kêfxweşiyê" nîşan da. Herçî rola lehengiyê ye di vê şanoyê de ya dara zeytûnê ye. 

Şêniyên kantona Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, bi rêbazên cuda dilsoziya xwe bi xaka xwe re nîşan didin.

Komîna Şanoyê ya Avrîn, bi nîşandana şanoyekê, girêdana xelkê Efrînê bi xak û zeytûnên xwe ve nîşan da.

Komînê bi beşdarbûna xelkê Efrînê, şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" li Hola Çiyayê Kurmênc (Mîtan) a li navçeya Ehdas a Şehbayê nîşan da. Nivîskarê şanoyê, Ebas El Hayik e û derhêner Mîrzan Bekir e. Komînê di vê şanoyê de dibêje, kêfxweşî di hundirê mirov de ye, divê her kes li hundirê xwe lê bigere. 

Derhêner Mîrzan Bekir dibêje, "Destpêkê me metn ji Erebî wergerand Kurdî, me hin taybetmendî ku nîşaneya Efrînê ne, wekî darên zeytûnan û zaraveyê xelkê wê lê zêde kir da ku şano ji civakê re bibe kaniya hêviyê."

Hêviya vegerê qut nabe

Bekir diyar kir ku ji dema ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, dijmin hewl dide îradeya gel bişikîne û hêviyên wî yên vegerê qut bike: "Dijmin bi gelek rêbazên şerê taybet hewl dide îradeya gel bişikîne û hêviyên wî yên vegera ser xaka xwe qut bike. Ji bo em bersivê bidin van hewldanên dijmin, me ev şano amade kir. Em peyamê didin civaka xwe ku hêviya vegerê qut nabe."

Mîrzan Bekir da zanîn ku amadekariyên şanoyê 8 mehan dewam kirine û ji ber kêmbûna lîstikvanan û îmkanan, wan zehmetî kişandine. 

Mîrzan Bekir her wiha anî ziman ku şano behsa nakokiyên di navbera du aliyan de dike, yek jê çîna hakimên desthilatdar e ku ji bo qutkirina hêvî û kêfxweşiya civakê kar dikin û çîna din jî civak e ku li kêfxweşiya xwe digere.

Dara zeytûnê kêfxweşî ye

Lîstîkvan Selam Îbo jî wiha qala şanoyê kir: "Lîstik li ser gundekî ye ku di nav alozî û xemgîniyê de ye; mîna rewşa me bû, dema ku em ji Efrînê derketin. Komeke xelkê ji çîna desthilatdar rewşeke bê hêvî di nava civakê de biafirîne. Li hemberî vê xelk bi tevahiya hêza xwe têdikoşe û digihîje merheleyekê ku kêfxweşî di hundirê wan de ye, ew bi xwe dikarin kêfxweşiya xwe kontrol bikin û nabe ti kes hêvî û kêfxweşiya wan kontrol bike.

Dara zeytûnê wiha dibêje, rola wê di şanoyê de rola kêfxweşiyê ye."

Lîstikvan Loran Kelkawî jî got, "Rola min di şanoyê de Adon e, kesayeteke desthildar e li gund, bi bazirganî, pere û hin alîgirên xwe civakê kontorl dike û dihêle ku civak serî jê re bitewîne. Çîna desthilatdar di civakê de çi bike wê nikaribe îradeya gel a hevgirtî a li ser hêviyên xwe bi israr, qut bike. Armanca me jî ev bû. Me ji civakê re got, desthilatdar tine dibe, lê îrade û hêviya gel dimîne."

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.