Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:12

  • Gundê Keçelan bi qasê 27 kîlometreyan li başûrê bajarê Hewranê ye.

Gundê Keçelan bi qasê 27 kîlometreyan li başûrê bajarê Hewranê ye. Niha navê wê kirine “Beklemez” çima ev nav, gelo gundî li benda karmendê xwestiye navekî li gund bike nesekinîne, yan çi? Gundekî piçûk e û çend mezrayên xwe yên piçûk jî hene. Li hawîrdora gund baxirên kilsê û nerm hene. Ev dever xwerû di serdeme keyê Xaldî / Urartuyan Îşpûnî de dikeve bin destê xaldiyan, lema gelek kevneşopiyên wê serdemê li herêmê tê dîtin. Peyva “Hewran” bixwe peyveke kevn e. Li Rojava devereke hinekî çiyayî heye, ji wir re jî Hewran dibêjin. Her wiha tê bawerkirin ku ew êla li wir dijî, ji Huriyan maye. Xaldî /Ûrartu jî beşeke Hûriyan e. Têkiliya herdu cîgehan bi hev re çi ye, ta niha nayê zanîn, bila ev tenê weke agahiyekê bimîne. 

Belê berhemên dema xaldiyan ne tenê keleh, rê û bendav in, her wiha li deverên destdayî bajarên bin erdê jî ava kirine. Wek mînak bajarê antîk ê Meya ku ser bi Giyadînê ye. Dîsa li tevahiya herêmê şikeftên bi tevşo û kulingan hatine teraştin, hene. Li vê herêmê jî baxirên nerm yên kilsê hene. Di nava gel de xaniyên bin erdê, heta hin jî ji wan re bihuşta bin erdê jî dibêjin. Bi pirranî wekî stargehên xweveşartina di dema şer de ne. Bê wî bajarê bin erdê, di devê çeman û di geliyan de jî gelek şikeftên çêkirî hene.

Ev xaniyên binê erdê bi qasê kîlometrekê li başûrrojhilatê gundê Keçelan, taxa şikeftan, yan ji bi navekî din taxa Birayan e. Li vir gelek newalên asê hene. Di newalekê de ya ku ber bi rojhilat û rojava ve dirêj dibe, di baxirên berê wan li başûr de hatine kolandin. Mirov dikane di çend cihan de mîna dakeve binê bîrekê di forma bîran de bi metrekê berahiyê hatiye kolan piştî mirov dadikeve jêr, ango binê bîrê deriyekî çarnîşk derdikeve pêşiya mirovan. Yanê bi tevahî mîna hin çîrokên li Ewrûpê jî tên gotinê ne. Ji wê jî, mirov xweber ji xwe dipirse, gelo kesayetiyên Wekî “Bruder Girimm” ev agahî û çîrok ji welatê me girtine, yan çi? Em dîsa vegerin li mijara xwe. Mirov di wan deriyan re dikeve nava malên binerd. Baxirên wir bi taybetî jî berê ku hewa lêxe gelek nerm e, mirov dikane bi hêsanî bikole. Dema hewa jî lêdixe hişk dibin. A taybetiya wê ev e. Li gel baxirê nerm baxirên hişk ên weke hestiyên di nava goşt de jî hene. Hemû jûrên hatine kolandin, di baxirê nerm de hatine kolandin. Lê jûrên tê de ne li ser planekê hinekê wisa tevlihev in. Di baxirên jor dê cihê ku mirov nikane xwe bigihînê de qulên hewa girtinê hene. Di hin cihan de jî di rengê rojingan de ne. Di hundir de gelek jûrên fireh hene. Mixabin ku xwelî ketiye hinan.

Jûra herî mezin dû re wekî kîlîse hatiye xemilandin û bi wî rengî teşe dane hundirê jûrê. Di dîwar de xaçek jî kolane. Her wiha tê de nartaksî, apsîs, kozikên keşeyan jî dû re hatine kolandin. Yanê, dibe ku ew di dema Ermeniyan yan jî dagirkeriya Bîzansan de lê hatibin zêdekirin, lew re hinek şibandine kîlîseyên Kapadokyayê. Li dîwaran jî hin wêneyên Îsa û pîroziyên xiristiyanan hatine kolandin, lê rengên wan bi pirranî weşiyane.

Li nêzê van xaniyên binê erdê li berpalekê, nekropoleke ji serdema Xaldî /Urartuyan mayî, heye. Lê nayê zanîn ka ew nekropola van xaniyên bin erdê ye, yan li nêzîkî wir bajarekî Xaldiyan jî hebûye. Mixabin gencînegeran tevahiya nekropolê ser û bin kirine, her wisa jûrên bin erdê de jî gelek rûxandine. Heta wisa kirine, hin nîşane hene mirov nizane ka çi ne.

Mixabin ku li vir jî lêkolînên zanistî hê pêk nehatine. Her wiha Navçeya Hewranê jî bi têgihîştina dîroka bajarê xwe nêzîkê mijarê nabin.

Mîna ku bixwazin ku tev de biherifin û werin xwarê. Dema li mirovan şiyana neteweyî û dîrokî tinebe, mirov bi rengê dagirkeran nêzîkê deverên xwe yên dîrokî dibe. Heger ev li welatekî bipêşketî buya, wê niha di nava mîrata cihanê de bihata parastinê. Lê çawa di nava gel de dibêjin: “Malê elayê li ber hela yê!” Bi hêviya di nava gel de ji bo vir înîsiyatîfeke parastin û lêkolînên arkeolojîk pêk werin, hetanî mijareke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.