'Kêmasiya me ye'

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 11 Tebax 2021 - 07:58

Nobeta 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 477'an de ye. Nobetdarên vê hefteyê endamên malbata Ozçelîk in. Malbat ji bajarê Elmanyayê Halleyê çûye Strasbourgê. 

Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, 25'ê Hezîrana 2012'an li Strasbourgê dest pê kiribû. Nobet di sala 10'an de dewam dike.

Çalakî li meydanekê tê lidarxistin ku saziyên Ewrûpayê li derdora wê ne. Her hefte komek ji Kurd û dostên wan dibin nobetdar. Çalakgerên hefteya 477'an jî endamên malbata Ozçelîk in. Malbat ji Halle çûye Strasbourgê. Nobetdarên vê hefteyê Sulhaddîn Ozçelîk, Perîzade Ozçelîk û Nûrşîn Ozçelîk in.

Sulhaddîn Ozçelîk li ser navê malbatê peyivî û got, ji bo nîşan bidin ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya wan e û girîngiya Têkoşîna Azadiyê destnîşan bikin, ew tevlî çalakiyê bûne.

Sulhaddîn Ozçelîk ev cara 4´an e ku beşdarî çalakiyê dibe û dibêje, "Rêberê me ji bo gelê Kurd têkoşiya. Niha dîl e. Azadkirina wî deynê stuyê her kesî ye."

Sulhaddîn Ozçelîk dibêje, heger Abdullah Ocalan heta niha azad nebûbe, ev yek ji ber kêmasiya her kesî ye û xwest her Kurd li her derî têbikoşe.

Sulhaddîn Ozçelîk herî dawî dibêje, "Êrişên dagirkeriyê, komkujiyên li dijî gelê me li gel dîlgirtin û tecrîdkirina Rêberê me tênekirin. Li dijî tecrîd û dagirkeriyê divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin û tavilê yekîtiya neteweyî pêk bê."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.