- Rojnamevan û helbestvanê Kurd Celal Melekşa di çaremîn salvegera xwe de li gundê Melekşa bi amadebûna helbestvan, nivîskar û xelkê Sineyê bi merasîmekê hate bîranîn.
Çar sal bi ser koça dawî ya Helbestvan û Rojnamevanê Kurd Celal Melekşa derbaz dibe.
Nivîskar û helbestvanê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa di sala 1951’ân de li gundê Melekşa ê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistan jidayîk bû. Di temenê 69 saliya xwe de beriya çar salan li bajarê Sine di encama nexweşiyê de koça dawî kir.
Celal Melekşa bi nivîsîna helbest, nivîsên pexşanî û çîrokên Farisî destpê kir. Piştre di sala 1979’an de bi zimanê Kurdî dest bi nivîsînê kir.
Her wiha Melekşa endamê Kanuna Nivîskarên Îranê bû û 15 salan wek nivîskar û rojnamevan di Kovara Sirwe û Pere bi ziman û wêjeya Kurdî cih digire. SINE