Fîdan pîlan kir QSD’ê xera kir

Sêşem 12 Çile 2021 - 02:49

  • Aldar Xelîl diyar kir ku êriş û pîlanên li ser Eyn Îsa û Til Temirê û tevlîheviya li Qamişloyê vê gavê hatine pûçkirin, lê dewam dikin: “Dewleta Tirk jê bê wê Rojava hemûyî dagir bike. Çareserî qedîna dagirkeriyê ye.

Di demekê de dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û pêşîgirtina li statuya wê bi dijwarî êriş dike, me li ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê pozîsyona Rûsya, Îran, rêveberiya Şamê, Emerîkayê û hewldanên ji bo yekîtiya di nava Kurdan de bi endamê Konseya Hevserokatiya PYDʼê Aldar Xelîl re hevpeyvînek kir.

Aldar Xelîl der barê xebatên yekîtiyê li Rojavayê Kurdistanê de agahî dan; pêdiviya bi yekîtiyê destnîşan kir; şert û mercên ji bo yekîtiyê anî ziman û da zanîn ku xebatên ji bo yekîtiyê yên di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî yên Kurd (PYNK) û ENKSʼê de niha bi sedema nûnerê Emerîkayê li herêmê nîne, sekinîne û got: “Di hinek waran de me gav avêtin. Me li ser mijarên siyasî li hev kir û hemfikir bûn Merciyeke Kurd li Rojava hebe da ku bi hev re biryaran bidin, diyalog hebe û xebatan bi hev re bimeşînin. Lê ENKSʼê di vê çarçoveyê de li gorî xwe hinek encam derxistin û xwest Peymana Rêveberiya Xweser a Demokratîk biguherîne. Lê me ev qebûl nekir. Ji ber ku ev Peyman bi îradeya temamê gelên herêmê hatiye amadekirin. Rast nîne çend partî bêne cem hev û vê biguherînin. Lê ew jî vê dikin şert û xwe nadin ber meseleyê. Ev helwêsta wan rêveberiyê baş nake, xira dike. Lewma bivênevê mirov difikire gelo ew dixwazin çêkin an jî xira bikin. Mînak dixwazin sîstema xweparastinê û zimanê zikmakî biguherin, dîsa dixwazin sîstema hevserokatiyê rakin, jixwe Neteweya Demokratîk paşguh dikin û îhtîmamê pê nadinê.

Dixwazin tevlî rêveberiyê bibin. Me got, baş e. Me got, heta niha hûn bi dijmin re xebitîn, bi qaşo Koalîsyona Muxalifên Sûrî re bûn ku maşikên destê dewleta Tirk bûn. Lê ji bo yekîtiyê hinek şert û merc hene. Me qala hilbijartinê kir. Lê ew bêyî hilbijartinê dixwazin bibin nîviyê xwediyê rêveberiyê. Lewma niha guftûgo sekinîne.

Hin mijarên din hene hê neketine rojevê. Lê dema bê wê bikevin rojevê. Pêşmergeyên Roj ya rastî pêşmerge nînin. Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şengalê û li Qendîlê bi kar anîn. Çawa ku Erdogan çete li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anî wan jî bi kar tîne. Lewma ne mumkin e em wan qebûl bikin. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”

Jê bê wê Rojava gişî dagir bike

Li ser pirsa me ya weke çima dewleta Tirk di êrişa li ser Eyn Îsa û Til Temirê de wisa dijwar e ? Aldar Xelîl bi taybetî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Tirkiya Mezin ava bike û jê bê wê tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike, lê hêza wan nikare bersiva hevsengiyên navdewletî bide, dîsa krîza aborî ya dewleta Tirk tê de ye, her weha pirsgirêkên wê yên bi temamê cîranan re nahêle zêdegaviyan bikin. 

Aldar Xelîl bi bîr xist ku dewleta Tirk li herêmê bûye çavkaniya tevahî pirsgirêkan û got: “Dewleta Tirk weke berê nikare bi awayekî berfireh êriş bike. Lê di demeke krîz an jî valatiyekê de dixwaze hinek tiştan bike. Di nîvê meha Kanûnê de dema dinya hemû bi amadekariyên sersalê û betlaneyê re mijûl bû, kes ne li ser kar bû û li Emerîkayê jî destguhertina wezîfeyê hebû û xwest ji vê sûdê bigire û di nava çend rojan de wê herêmê hemûyî bigire. Lê xapiya, li berxwedana QSDʼê rast hat. Bi rastî, QSDʼê berxwedaneke mezin nîşan da. Lewma ez li vir şervanên QSDʼê hemûyan silav dikim. Berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Gelên me jî li ber êrişan sekinîn. Bi vî awayî pîlanên wan pêk nehatin.

Hakan Fîdan hatiye Şamê

Di çarçoveya êrişên li ser Eyn Îsa û Til Temirê de Aldar Xelîl qala tevlîheviyên li Qamişlo jî kir û got; “Bêguman têkiliya van êrişan û tevlîheviyan bi hev re heye. Di nava vê meseleyê de ne tenê dewleta Tirk, Rûsya, rejîma Sûrî, Îran û Emerîka jî hene. Hêza Koalîsyonê ya ji 73 milletan li vir e. Gelek dewlet li Sûrî xwedî rol û bandoreke girîng in. Agahî heye ku rêveberê MÎTʼê Hakan Fîdan bi rêya Rûsyayê hatiye Şamê. Di demekê de dewleta Tirk êrişî Eyn Îsa û Til Temirê dike, rejîma Şamê jî li Qamişloyê tevlîheviyê dike û bi vî awayî dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk tengav bike. Em xwedî agahî ne ku di vî warî de li hev kirine. Lê pîlanên wan ên Eyn Îsayê û Til Temirê û Qamişloyê neçûn serî. Wexta ez dibêjim, neçûye serî, ez nabêjim krîz bi dawî bûye, hê alozî dewam dike û pirsgirêk hene. Lê pîlanên wan ber bi binketinê ve diçin.

Dagirkeriya Tirkan qirker e

Aldar Xelîl li ser dagirkeriya dewleta Tirk û awayê dagirkeriya wê diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rohilatê dewleta Tirk ne dagirkerekî ji rêzê ye û îşaret bi awayê hebûna dewleta Tirk li deverên dagirkirî kir û got: “Dewleta Tirk li deverên dagir dike ji xelkê wir xalî dike, wan dixe zindanan û êşkenceyê li wan dike. Tevî dagirkeriyê tê zanîn, demografyayê diguherîne, di dîrok û çandê de guhertinê dike, çand û sîstema xwe li wir bi cih dike. Li gelên herêmê zilm û zordariyeke mezin dike. Ne rast e ku mirov tenê li vê temaşe bike û mudaxele neke. Ji bo rizgarkirina wan deverên dagirkirî divê têkoşîn were mezinkirin. Em bi biryar in herêmên dagirkirî azad bikin. Bi çi awayî dibe bila bibe, em umîdwar in ku sala 2021ʼê bibe sala azadkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî. Ji bo vê, eskerî jî di navê de divê em her hesabî bikin.”

Divê dagirkerî biqede

Aldar Xelîl xwest gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî rastiya dewleta Tirk baş nas bikin û zanibin ku dewleta Tirk di dijminatiyê de çi jê bê, wê texsîr neke bike û ji ber vê jî divê ti carî jê hêvî neyê kirin ku wê tiştekî baş bike. Xelîl got; “Tişta divê em bikin ew e, divê em dagirkeran ji ser erda xwe derxin. Gelê me, di serî de Şerê Gel ê Şoreşgerî divê di hemû mijaran de, ekonomî, siyasî, dîrokî, çandî û wekî din xwe baş bi rêxistin bike, xwe weke beşekî têkoşînê bibîne û ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike. Hinek dibêjin, bila dewleta Tirk ava Elokê berde. Mesele ne ew e, dewleta Tirk avê berde yan jî bernede. Mesele dagirkerî ye. Heta dagirkerî hebe, ev ê biqewimin. Lewma çareseriya van hemûyan ew e, dagirkerî bi dawî bibe.”

POLÎTÎKA AZAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.