Ewilî HDP hat!

Sêşem 21 Sibat 2023 - 00:08

  • Dewleta Tirk li gelek deverên xelkê wê Tirk ên deverên cîranê Kurdistanê antîpropagandaya Kurdan û HDP´ê kiribû. Lê HDP´ê û Kurdan beriya her kesî hewar bi rêxistin kir û gihand gund û bajaran. Ji ber wê Veysî Çîrçîr dibêje, ewilî HDP hat bi hewara me ve, ew ne mirovên xirab in, xwedê ji wan razî be. 

ÎBRAHÎM IRMAK / MA / DÎLOK 

Yek ji xelkê gundê Hîsarê yê navçeya Dîlokê Nûrdagiyê, Veysçî Çîrçîr dibêje, tevî dîwarên mala wî derizîne jî rapora “Nîvxesar” danê û got, “Ewilî HDP’î bi hewara me ve hatin. Ji me re timî gotibûn HDP terorîst e.”

Li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji sedî 80’yî avahiyan hilweşiyane. Kavilên avahiyan, hêj mîna roja ewilî li cihê xwe ne. Li gundê Hîsarê 350 kes hene û di erdhejê de 25 ji wan di bin xirbeyan de man û canê xwe ji dest dan. Ji sedî 90’ê avahiyên gund xesareke mezin li wan bûye. Her wiha 40 avahî hilweşiyane û 50 avahiyên li rex wan jî nema kesek dikare di wan de bisitire.  
 
Biraziyê wî mir û ew şêveder ma

Piştî erdhejê, xelkê gund li gorî derfetên xwe hewl da jiyana xwe bidomîne. Yek ji  wan jî Veysî Çîrçîr e. Biraziyê wî di erdhejê de miriye, ew dibêje,

“Em pirr xemgîn in. 4 zarokên biraziyê min sêwî man. Piştî erdhejê, tenê 10 malên ku mirov bikare di wan de bimîne, mane. Yên din jî yan herifîn yan jî xesar li wan zêde çêbû.”

Veysî Çîrçîr, roja erdhejê wisa bi bîr tîne: “Dema erdhej çêbû, deriyê mala me asê bû. Min xwe ji pacê re avêt. Min tavilê derî şikand û zarokên xwe ji malê derxistin. Min ew birin meydana vala ya gund. Piştre jî ez û zarokên xwe 5 rojan şêve der man. Ez 5 rojan li ser paletê razam. Ez tenê nebûm. Zarok jî li cem min hebûn. Pirr berf dibariya û zarok pirr dicemidîn. Lê tiştek ji destê me nedihat.”
 
Mal ketiye lê xisar li gorî dewletê nîv e

Veysî Çîrçîr ji bo alîkariya dereng gihîştî jî dibêje, “Hêj jî pirsgirêka av û ceyranê heye. Piştre kon dan, lê ji ber sermayê xewa ma nayê. Li hêla din, tîmên tespîtkirina xisarê hatin û ji bo mala min rapora ‘nîvxesar’ dan. Piştî vê ez bi gelek kesan re axivîm û tevan jî berevajiyê vê got. Tîmên herî dawî hatin jî gotin; “Êdî kesek nikare di vê malê de bimîne.’ Ji ber ku çep û rastên wê derizîne. Niha jî ji ber erdhejokan cihên derizîn, hildiweşin. Lewma zarok ditirsin bikevin avahiyê. Tevî vê yekê jî tîmên tespîtkirina xisarê yên delwetê gotin; ‘li vê malê mirov dikare bimîne.’”
 
HDP xirab nîşan didan

Veysî Çîrçîr, dibêje, beriya her kesî HDP’ê alîkarî biriye gundê wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji roja ewilî ve HDP’ê bo me alîkarî anî. TIR’ên ji Silopiya, Cizîr û Mêrdînê hatin. Piştre jî ji bajarên me yên cuda hatin. Ji ewilî ve HDP’î bi hewara me ve hatin, ew weke ‘terorîst’ nîşanî me dabûn. Kesên rûken, xwîngerm bûn. Sobe, cih û betanî dan me. Ti propaganda jî nekirin. Xwedê ji tevan jî razî be. Ez spasiya tevan jî dikim.”
 

HDP’ê giliyê dewleta Tirk kir 

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û parêzerên partiyê ji ber desteserkirina Navenda Alîkariyê ya Hasankocaya Bazarcixê û astengkirina alîkariyê, giliyê Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû, waliyê Mereşê Omer Farûk Coşkûn, qeymeqamê Bazarcixê Mûstafa Hamît Kiyici kir. HDP´ê her wiha giliyê fermandarê jendirmeyan û rayedarên di vê meseleyê de ferman dane û tevlî sûc bûne, hemûyan kir.
HDP´ê got, qeymeqamê Bazarcixê tevî sedan leşkerên çekdar çûye cihê hevgirtinê, dest daniye ser alîkariyê û avahiyê, gotiye, ew ê rêveberiyek ji 6 kesan peywirdar bikin û TIR jî tê de, hemû alavên alîkariyê jî desteser kiribûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.