'Em ê Kurdistanê biparêzin'

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 15 Gulan 2022 - 21:33

  • Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê, li ser banga Kon-Med û YJK-E'yê 14'ê Gulanê li paytexta Elmanyayê Berlînê meşeke protestoyî hebû.

ERDAL BAZ / BERLÎN

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê, li ser banga Kon-Med û YJK-E'yê 14'ê Gulanê li paytexta Elmanyayê Berlînê meşeke protestoyî hebû. Meşê ji Meydana Potsdamer dest pê kir. 

Endamê Civaka Îslamiya Kurdistanê Mela Salih Torî, got ev êrişa dagirkeriyê weke komploya 15'ê Sibatê bi tehlûke ye û wiha peyivî: “Dewleta Tirk dixwaze bi vî şerî tinebûna xwe veşêre. Şerê xwe yê qirêj îro roj bi destê hevkara xwe PDK'ê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe. Gerîla li ber xwe dide, rûmet, anor û erda me diparêze. Em jî weke CÎK'ê li cem gerîlayên xwe û Rêbertiya xwe ne.”

Parlamenterê eyaleta Berlînê yê Partiya Çep Ferhat Koçak jî di meşê de hazir bû û wî got, “Miletê Elman Kurdan nabîne, wan Kurdên ku bi bombeyên dewleta wê firotine, tên kuştin. Çapemenî nanivîse. Em vê qebûl nakin. Em ê Kurdistanê heta bi dawiyê biparêzin.”

Ji hunermendên Kurd Hozan Aydin jî di meşê de cihê xwe girt û wî got, “Di êrişên dagirkeriyê de PDK li cem dijmin cihê xwe digire. Ev xiyanet e. Ez ji dewleta Tirk re tiştekî nabêjim, jixwe dijmin e. Lê ew ên li cem dijmin cihê xwe digirin bila zanibin, rastî eşkere ye û miletê me vê rastiyê dibîne. ew gava li cem dijmin cihê xwe bigirin nikarin vê rastiyê biguherin. Roj roja parastina Kurdistanê ye. Roja berxwedanê ye. Em ê beriya her tiştî Kurdistanê biparêzin.”

Xelkê Başûr divê xwedî li gerîla derkeve

Agir ji Başûrê Kurdistanê ye. Wî jî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir da ku xwedî li gerîla derkeve. Wî got, PDK hevkariya dewleta Tirk dike, lazim e gelê Başûr bibe yek, xiyaneta PDK qebûl neke û xwedî li berxwedana gerîla derkeve. 

Ji Kolnê Runak Fedewî jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew dibêje: “Ez ji xiyanetê re dibêjim êdî bes e. Gerîla ji bo erdekî azad li çiya şer dike. PDK van erdên ku gerîla bi xwîna xwe diparêze, bi destê hevkaran teslîmî dijmin dike. Êdî bila erdên me azad bin, rêya vê jî yekîtî ye, rabûna li ber xiyanetê ye.”

Polês êriş û provokasyon kir

Xelkê di meşê de gelek caran bi slogana Bijî Serok Apo tecrîdkirina Ocalan û qedexekirina PKK'ê jî protesto kir. Polêsên Elman jî bi hinceta qedexeyê gef li xwepêşandêran xwarin. Lê belê tevî êrişên polêsan jî xelk ji ya xwe nehat xwarê û heman slogan xurttir got. Di encama êrişa polêsan de hin welatî birîndar bûn. Polês hin welatî jî kirin nezaretê. 

Ji parlêmenterên berê yên HDP'ê Ahmet Yildirim got, “Mafê ti kesî nîne ku protestokirina tecrîdê asteng bike. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Yên ku protestokirina tecrîdê asteng dikin jî hevparên vî sûcî ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.