Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Lewend Qamişlo (Ehmed Silêman) ku 8’ê Tebaxa 2022’yan ji ber êrişên artêşa Tirk li Garê şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm di bin konê sersaxiyê yê li pêşiya mala şehîd Lewend Qamişlo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê de, bi amadebûna bi sedan şêniyên Qamişloyê, dost û hevalên şehîd hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo di merasîmê de axivî û bal kişand ser berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê û diyar kir gerîla destkeftiyên herî binirx ên gelan diparêzin.

Şemsîxan Gulo wiha peyivî: “Dijmin siyasetên xwe yê qirêj li ser Kurdistanê dimeşîne, me bi sedan şehîd dan, em ê bi milyonan jî bidin. Em fedaiyên welatê xwe ne.”

 

'Me soza tekoşînê daye‘

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menîca Heyder jî diyar kir ku bi berxwedana gerîla serbilind in û got: “Ji ber ku tevgera me ya şehîdan e, em ê her dem li ser rêya wan bin. Bila bizanin me soza tekoşînê daye, em ê tu carî dudilî nebin.”

Endama Kongreya Star Şaha Heserî jî got: “Ji can şêrîntir û ji xwînê pîroztir tune ye, şehîdan ev dane. Ji bo parastina rûmeta gelê xwe yê li Kurdistanê cane xwe feda kirine. Em soza xwe her dem bi şehîd û Rêber Apo re nû dikin, ne pêkan e em dest ji doza xwe berdin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve radestî malbata şehîd Lewend Qamişlo hat kirin. 

ANHA/QAMIŞLO