Elaqeya xwendekaran ji Zanîngeha Rojava re

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:42

  • Li Zanîngeha Rojava tomakirina xwendekaran ji bo destpêkirina sala nû ya perwerdeyê dest pê kir.

Li Zanîngeha Rojava tomakirina xwendekaran ji bo destpêkirina sala nû ya perwerdeyê dest pê kir.

Li Zanîngeha Rojava tomarkirina ji bo Hevyazbariyê (mûfadeleyê) sala nû ya perwerdeyê ya 2022-2023'an dest pê kir, bi sedan xwendekarên kantona Cizîrê navên xwe didin tomarkirin. 

Xwendekar Mehmûd Mihemed ji Hesekê ye, ew dibêje, “Em ji bo tomarkirina mûfadeleyê hatine. Ev sala xwendinê hêsan bû, pileya min ji sedî 93 ye. Min navê xwe li beşa hiqûqê da tomarkirin, îsal ti pirsgirek di mûfadeleyê de tine bûn û ev sal gelekî baş bû."

Xwendekar Merwa Silêman ji bajarê Qamişlo ye. Ew dibêje, “Min navê xwe di beşa Endeziyariya Çandiniyê de tomar kir. Îsal tomarkirina mûfadelê baş bû, pileya min ji sedî 83 ye."

Ezmûn hat rakirin

Serokê Navenda Hevyazbariyê ya Zanîngeha Rojava, Mihemed Şêxmûs doh di hevpeyvîneke li gel ajansa me de diyar kiribû ku tomarkirin wê heta 22`yê Îlonê dewam bike.

Mihemed Şêxmûs destnîşan kir ku mufadeleya îsal, ji sala bihurî cudatir e, ji ber ku sala bihurî berî ku xwendekar bikevin fakulteyê, di ezmûnan re derbas dibûn, lê îsal ew ezmûn hat rakirin.

Şêxmûs got, 10 fakulte li Zanîngeha Rojava hene û peymangehên Peywendî, Mekatronîk, Kompûter û Endezyarî bûne fakulte. Mihemed Şêxmûs got, îsal beşa Biokîmya li fakulteyê zêde bû, hinek beş hene dê mufadeleya wan a duyemîn hebe.

ANHA /QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.