"Derî" li ser dikê vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Nîsan 2021 - 00:01

Di roja 5'an a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5’an de, Koma Jiyanê lîstika şanoyê ya bi navê "Derî" pêşkêş kir. 

Nivîskarê lîstikê Nîzar Nîzaryan e, amadekar û derhênerê wê Abdulcabir Hebîb e. Di lîstika şanoyê de 4 aktor û aktrîst li ser dikê ne.

Şano balê dikişîne ser rewşa aştî û aramiyê û mijulbûna mirovan bi karê xwe ve. Piştî ku teqînek rû dide rewşa aram vediguhêre şer û koçberiyê. Du lîstikvan (Bav û keça xwe) li deriyên girtî didin yanî deriyê edalet, wekhevî, mafên zarok û jinan, mafê diyarkirina çarenûsê û mafê azadiyê, lê ev ti fêdê nake.

Piştre dîmen tê guhertin û balê dikişîne ser hesinkarekî ku dengê çakûçê wî ji dûr ve tê bihîstin, xwe diwestîne û karê xwe diqedîne. Bi vê re firîşteyên xêr û qenciyê dest werdidin rewşê û hêviyekê jê dikin da ku bi cih werîne. Hesinkar rêvebirina desthilatê, aramî û aştiyê dixwaze.

Bi demê re firîşteyên xirabiyê di vê digihêjin û hewl didin wî têk bibin da ku xema yanî ewlehî û aştî li welat pêk neyê. Lê hemû hewldanên wan têk diçin.

Piştî nakokiyên di navbera qencî û xirabiyê de, xirabî bi kuştina hesinkar bi ser dikeve. Piştî pêşandana şanoyê, beşdaran nirxandinên xwe anîn ziman.

Mîhrîcan dê heta 6'ê Nîsanê dewam bike.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.