DEM’a Şaredariya Gel e

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:17

Namzetên Hevşaredariya Gel ên Mûş û Bedlîsê ên DEM’ê diyar kirin şaredariya qeyûm şaredariya rant û talanê ye, ew ê dawî li vê bînin û hemû aboriya rant û talanê bikin ber xizmeta gel.

Namzetê Hevşaredariya Gel ê Mûşê Sirri Soylemez diyar kir wan li taxan, kolanan guhdariya gel kiriye û tenê DEM Partî dikare ji daxwazên gel re bibe bersiv.

Soylemez destnîşan kir bi qeyûman pirsgirêkên heyî girantir bûne, razemeniya ku hatiye kirin ji bo rant û talanê ne,  ji alî afirandina derfet û qadên kar ve ti xizmet nehatiye kirin, li gorî daneyên dewletê bixwe jî Mûş di rêja 79’an de ye û ji alî xizaniyê ve di rêza 82’yan de ye. Soylemez got,’’Bajarê Mûşê tenê ji aliyê betonê ve mezin bûye. Ji bo mirovan, ji bo gel razemenî nehatiye kirin. Qadeke kar nehatiye afirandin, qadên çandî û civakî nehatine avakirin. Em ê dawî li vê yekê bînin, bi gelê xwe re bibin yek û bajarê xwe jinûve rakin ser piyan."

Qeyûm: Razemeniya rant û talanê

Soylemez bi berdewamî diyar kir li Mûşê razemînî tenê li rantê û nelirêtiyê hatiye kirin, dema ku ew hatin sar kar dawî li vê bînin, pereyên ji bo rantê têne bikaranîn bikin xizmeta gel û got,’’Em ê ji bo ciwanên xwe, jin, zarok û extiyaran razemeniyê bikin. Me kêmasiyên bajêr dîtin. Kêmasiya herî girîng jî kêmaniya avê ye. Ava bajêr bêyî ku bê paqijkirin ji gel re tê dayin, ev xetereyeke girîng e. Dema ku me dest bi wezîfeyê kir em ê pirsgirêka avê teqez çareser bikin. Ji bo tevkariyê li aboriya herêmî bikin projeyên me amade ne, roja ku me dest bi wezîfeyê kir em ê bixin meriyetê.’’

Em ê bi civakê re bixebitin

Namzetê Hevşaredariya Gell ê Bedlîsê Mehmet Nezîr Karabaş diyar kir ew bi  DEM Partî re hewl didin rêveberên xwecihî derxin pêş, dema ku ew hatin ser wezîfe ew ê tevahiya gel tevlî şaredariyê bikin û biryaran bigirin.

Karabaş got,’’ Dema me ji bo bajar biryarek girt, em ê bi her kesê ku di qada xwe de pispor re bixebitin. Em ê bi civakê re bixebitin. Em ê îradeya gel radestî gel bikin. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Dema me şaredarî wergirt, em ê girîngî bidin fikirê her kesê ku li vî bajarê dijî. Em ê hemû biryaran bi gelê xwe re werbigirin. Em ê hemû texrîbatên li bajêr çêbûne, ji holê rakin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkên esnafên xwe çareser bikin.”

Em ê çandiniyê hêsan bikin

Karabaş ragihand ku Bedlîs ji aliyê xweza, erdnîgarî û potansiyela xwe ve yek ji bajarên herî girîng ê Kurdistanê ye û got: “Li Bedlîsê 4 çem hene. Em ê her yek ji van çeman veguherînin baxçeyekî. Ji bo ku gelê me bi rengekî hîn hêsantir çandinî û sewalvaniyê bike, em ê bixebitin. ‘’

ANF/MÛŞ/BEDLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.