Rojnameyên Erebî cih dane peymana ewlehiyê ya di navbeyna Iraq û Tirkiyê de û diyar kirin ev peyman pêşî li ber rewabûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê vedike.
Rojnameyên erebî bal kişand ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û dewleta Tirk de.
Rojnameya El Ereb têkildarî peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin nûçeyek bi sernavê ‘Peymana ewlehiyê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê rewa dike’ weşand.
Rojnameyê diyar kir peymana ku hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî bi Enqereyê re îmze kiriye, rê li ber rewakirina hebûna leşkerî ya li xaka Iraqê vedike.
Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku hikumeta Sûdanê bêyî fikirandin nêzî mijara ewlehiyê dibe, lê bi rêya têkiliyên xwe yên bi Enqereyê re li qezencan tenê digere, lê heta niha tiştek bi dest nexistiye.
Di dewama nûçeyê de hate gotin, dibe ku hikumeta Iraqê bi demê re xwe di tengasiyekê de bibîne. Rojnameyê sedema vê yekê jî spartin van xalan; “Hedefkirina blokên Iraqî yên ji etnîkên cuda, wekî Kurd û Êzidî, hin kesên di bin sîwana Heşdî Şabî de.”
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku kesayetên siyasî yên Iraqî dibêjin Bexda bi vê peymanê xelatek daye Tirkiyeyê. Her wiha diyar kirin ku Tirkiye ya ku bi hinceta şerê li dijî PKK’ê dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê fireh kiriye, ne layîqî vê xelatê ye.
ROJNEWS