- HRW: Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Peymana Cenevreyê binpê dike. Dozger kesên ji Sûriyê hatine revandin weke ku li Tirkiyeyê hatibin girtin, nîşan didin. Tirkiye divê li gorî hiqûqa dagirkeriyê tevbigere.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW-Şopandina Mafê Mirovan) got, dewleta Tirk û çeteyên wê ‘Artêşa Nîştimanî’ bi awayekî nerewa herî kêm 63 welatiyên Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine û birine Tirkiyê da ku wan bi sûcên giran tohmetbar bikin û dibe ku cezayê muebedê li wan bibirre.
Belgeyên di destê HRW`ê de nîşan didin ku welatiyên Sûriyê ji Sûrî ber bi Tirkiyeyê ve hatine veguhestin û ev binpêkirina Peymana Cenevreyê ya 4`an e. Ev peyman jî hiqûqa dewletên li ser axa dewleteke din dagirker diyar dike.
Têkildarî mijarê, cîgirê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê HRW´ê, Michael Page got, "Ji rayedarên Tirkiyê, weke hêzeke dagirker, tê xwestin ku li gorî peymana dagirkeriyê rêzê ji mafên mirovan re li bakur û rojhilatê Sûriyê re bigire." HRW dixwaze ku Tirkiye girtinên nerewa qedexe bike û veguhestina girtiyan ber bi Tirkiyê ve rawestîne û wiha dewam dike: "Li şûna vê yekê, ew bi rêya binçavkirina wan kesan û veguhestina wan ber bi Tirkiyê ve soz û peymanên xwe binpê dikin da ku rûbirûyî hin tawanên bi guman û nezelal ên girêdayî karên gumankirî li Sûriyê bibin."
Li gorî rapora rêxistinê, di navbera Cotmeh û Kanûna 2019`an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ‘Artêşa Nîştimanî’ hin welatiyên Sûrî yên Kurd û Ereb li Serê Kaniyê a bakurê-rojhilatê Sûriyê kirine nezaretê.
Mirovan direvîne Tirkiyeyê
HRW´ê got, ev kesên hanê li gorî qanûna ceza ya Tirkiyê hatine tewanbarkirin, tevî ku sûcên pê tên tohmetbarkirin, li Sûriyê qewimîne. HRW´ê qederê 4,700 rûpelî ji belgehên dosyaya fermî ya dozên li Tirkiyeyê yên li ser girtina 63 welatiyên Sûriyê bidest bixe.
Ji van belegeyan derdikeve holê ku ev kes li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine girtin û ew revandine Tirkiyeyê. Ji bilî van belgeyan HRW bi şeş xizmên girtiyan re jî peyiviye.
Li gorî raporê, hejmara kesên îro di hepsên Tirkiyeyê de li ji Sûrî hatine revandin qederê 200´î ye. Rapor balê dibe ser hin nûçeyên ajansên fermî yên delweta Tirk ên vê dawiyê jî û dibêje, revandina mirovan ber bi Tirkiyeyê dewam dike.
Hinan hîna dengê xizmên xwe nebihîstiye
Endamên malbatan ên ku bûn şahidê girtina xizmên xwe, ji HRW´ê re gotine, saet qederê 1:00`ê şevê, 14`ê Cotmeha 2019`an, komeke çekdar a girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi ser malan de girtin û 15 zilam girtin û ew birin Mebrûka.
Malbatên girtiyan gotiye, demekê têkiliya wan bi van zilaman re qut bûye û piştî meh û nîvekê wan zanî ku girtî di hepseke Ruhayê de ne. Ji zixmên van malbatan hinan kariye bi rêya hejmarên telefonên delweta Tirk bi xizmên xwe re bipeyivin, lê heta bi Kanûna sala 2020`an jî 2 malbatan nekariye xwe bigihînin xizmên xwe.
Îdîaname dewewên wan eşkere dikin
HRW dibêje di îdîanameyan de weke cihê girtinê navê bajarên dewleta Tirk bê hildan jî, di nava îdîanameyê de hûrgilî û îfadeyên kesên revandî nîşan dide ku ew kes ji ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine revandin. HRW bi bîr dixe ku bêyî destûra Sûrî, Tirkiye li hin beşên Sûrî desthilata û li gorî benda 49`an a Peymana Cenevreyê ya 4´anew sûc dike. Ev xal revandina mirovan ji ser erda dagirkirî ber bi welatê dagirker ve qedexe dike. Li gorî vê xalê ne şervan û ne jî sivîl nikarin bên revandin.
Bê delîl tohmetbar dikin
HRW li ser belgeyên dozan dibêje, ti delîl an îsbatên îdiayên dewleta Tirk nînin. Di raporê de bavê yekî ji kesên revandî dibêje, “Li kurê min 36 sal ceza hate birrîn. Cezayê dadger biryarek reş bû. Bi biryarên wiha re rehm tine ye.”
Di raporê de parêzerên hinan ji girtiyan gotiye, hin doz wê dewam bikin.
HRW gava bi xizmên girtiyan re peyiviye, dîtiye ku di dozên ji 8 kesan ên 7´an de weke cihê girtinê Ruha hatiye nivîsandin.
Şantaj û xwestina fîdyeyê
Em ji raporê fêr dibin ku gelek kesên îro birine û xistine hepsên dewleta Tirk, pêşî ji bo wan ji malbatên wan fîdye hatiye xwestin. 4 xizmên girtiyan ji HRW´ê re gotine, çeteyên Dewleta Tirk piştî revandina xizmên wan, bi wan re axivîne û ji bo berdana wan pere ji malbatan xwestine. Tenê malbatekê karîbû 10 hezar dolaran bide çeteyan da ku xizmê wan berdin beriya ku wî birevînin Tirkiyeyê. 3 kesan jî ji HRW´ê re got, wan nekarî fîdyeya çeteyan xwestî bidin, ji ber wê jî xizmên wan revandine, birine Tirkiyeyê.
Êşkence bi rêk û pêk li girtiyan hatiye kirin
Di rapora HRW´ê de tê gotin, li kesên hatine girtin bi rêkûpêk êşkence hatiye kirin. birayê yekî ji girtiyan ku hatiye berdan vê yekê eşkere dibêje. Wekî din wêneyên 27 kesên hatine girtin jî êşkenceya bi rêklûpêk îsbat dikin.
Rêxistinê bi bîr xist ku li gorêî Peymana Cenevreyê dewleta Tirk li Sûrî dewleteke dagirker e û bang li dewleta Tirk kir da ku binpêkirinên hiqûqa dagirkeriyê li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.