75 mûm ji bo Ezîz Gerdî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Li Hewlêrê bi boneya çilrojiya wefata Nivîskar Ezîz Gerdî merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

Li Hewlêrê bi boneya çilrojiya wefata Nivîskar Ezîz Gerdî merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin. Di merasîma li Otel Kaniyaw de hat xwestin berhem û nivîsên Ezîz Gerdî werin parastin û wek mîraseke neteweyî werin tomarkirin.

Di merasîmê de malbata Gerdî, gelek kesayet û rewşenbîr amade bûn. Di destpêka merasîmê de 75 mûmên ku temsîla temenê Ezîz Gerdî dikirin, hatin pêxistin.

Piştre li ser navê malbatê, birayê Ezîz Gerdî, Kardo Ebdullah got, “Ezîz Gerdî heta roja wefat kir bi şev û roj li ser xizmetkirina ziman û wêjeya Kurdî xebitî. Ji bona wê, em daxwaz dikin berhem û pirtûkên wî werin parastin û wek mîraseke neteweyî werin tomarkirin.”

Piştre nûnerên saziyên cuda peyamên xwe dan û behsa rola Ezîz Gerdî ya di pêşxistina wêje û zimanê Kurdî de kirin. 

Nivîskar û wergêr Ezîz Gerdî sala 1948’an li Hewlêrê ji dayîk bûye, bi 4 zimanên biyanî dizanî. Di salên 1960’î de dest bi nivîskarî û wergerê kiriye. Gelek pirtûkên derbarê nivîs û wergerê de nivisîne.

Ezîz Gerdî, 6’ê Hezîrana 2022’an 75 salî koça dawî kir.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.