Ziravê dijmin ji Îmraliyê diqete
În 4 Sibat 2022 - 05:41
Dadgeha Destûra Bingehîn miracaeta Buroya Hiqûqê ya Sedsalê a derbarê Rêber Abdulah Ocalan û her sê girtiyên bi wî re li Îmraliyê tecrîdkirî de red kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 24’ê Kanûna 2021’ê bi daxwaza “tedbîrê” ji bo miwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a dewleta Tirk kiribû. AYM’ê miracaeta parêzeran red kir. AYM’ê 12’ê Çile biryara redê daye, lê ev biryar di 31’ê Çile de ji parêzeran re hat ragihandin.
AYM di biryara redkirina miracaetê de îdîa dike ku ti agahî û tiştekî neerênî ku tehlûkeyeke cidî bide der, tiştekî neasayî nehatiye bidestxistin û lewma miracaet hatiye redkirin.
Parêzeran di miracaeta xwe de diyar kiribû ku ew bi daxwaza tedbîrê vê miracaetê dikin û di miracaetê de behsa hevdîtina herî dawî ya di 25’ê Adara 2021’ê de ya li gel Ocalan kir. Parêzeran xwestibû ji bo miwekîlên wan Ocalan û her sê girtiyên li cem wî, biryara tedbîrê were girtin.
AYM´ê wekî din ti bersiv neda miracaeta parêzeran a têkildarî esasê. Ev biryar û bersiv nedan jî nîşan dide ku saziyên dewleta Tirk ên dadgeriyê jî newêrin bi meseleya Rêber Apo de adil û serbixwe tevbigerin. Bi gotineke din ziravê dewleta Tirk ji Ocalan û Îmraliyê diqete.
STENBOL