DAIŞʼê li gundê Xebaze ya dikeve ser navçeya Dibiz a ser bi Kerkûkê, 2 boriyên petrolê teqandin. Berpirsekî Kompanya Nefta Bakur û Endezyar ku nexwest navê wî were eşkere kirin, diyar kir ku ji bo kontrolkirina agirê van herdu bîran mehek dem pêwîst e. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku ji ber sedema gaza xwazayî ya van bîran zêde ye kontrolkirina wan zehmet e.

Li gundê Xebaze 46 bîrên neftê hene. Rojane 25 hezar bermîl tê derxistin. Ji ber ku dikeve herêma nêzî DAIŞ’ê, carna dibe hedefa DAIŞ’ê.

ROJNEWS/KERKÛK