Zilma li hepsan bes e êdî

Çarşem 9 Mijdar 2022 - 03:50

  • Komîsyonên girtîgehan ên ÎHD´ê li 27 bajaran bi hey dengî bang li dewleta Tirk û hikûmeta wê kir da ku dawiyê bîne li zilma li hepsan û ji bo guhertin û sererastkirinan jî ew amadeye bi zanîn û belgeyên xwe xwe bide ber wezîfeyê.

Komîsyonên Girtîgehan ên şaxên ÎHD’ê li 27 bajaran daxuyanî dan û xwestin demildest dawî li binpêkirinên mafê jiyanê yên girtiyan were anîn û mafê jiyana girtiyan bê misogerkirin. 

Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo binpêkirinên mafê jiyanê yên girtiyan bi dawî bibe û were misogerkirin, li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. 

Komîsyonên Girtîgehan ên ÎHD’ê li bajarên Amed, Êlih, Mêrdîn Riha, Wan, Colemêrg, Dêrsim, Enqere, Izmîr, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay û 15 bajarên din daxuyanî dan.

Daxuyaniya komîsyonan hevpar bû. Di daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Ji bo misogerkirina mafê jiyana girtiyan binpêkirinên di girtîgehan de didomin bila werin bidawîkirin!” hate gotin, “Li Tirkiyeyê girtîgeh, bûne cihê kesên ji hêla desthilatdariya siyasî ve wekî ‘bi tehlûke’ tên binavkirin. Bi taybetî bi cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî re gelek muxalif di girtîgehan de bi êşkenceyan hatin qetilkirin, girtîgeh bi pêkanînên êşkence û miameleyên xirab tên bibîranîn. Tam di demekê wiha de komeleya me hatiye damezirandin; ji bêhtirî 35 salan ve ji bo binpêkirinên li girtegehan bi dawî bibin, kesên mafan binpê dikin werin darizandin û ji bo carekê din binpêkirinên wiha neqewimin, têdikoşe. Lê belê, ji berê ve desthilatdareke tenê jî ji bo binpêkirinên mafên jiyanê yên li girtîgehan bi dawî bike, îradeyeke têrker nîşan nedaye û îro ev dibe sedem ku girtîgehên Tirkiyeyê bibin navenda binpêkirinên mafên mirovan.”

 

Tecrîda şidandî bêhtir dişidînin

Komîsyonên Girtîgehan ên ÎHD´ê di dewamê de bal birin ser Tîpa F ya hepsan û tîpên din ên tecrîdkirina girtiyan û got, “Desthilatdariya niha ligel Tîpên F’yê girtîgehên îzolasyona girantir a wekî Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa S’yê ava kirine. Li gorî daneyên Gerînendeya Malên Tewqîf û Cezayê yên Wezareta Dadê ya Tirk niha li Tirkiyeyê bi giştî 14 heb tîpa F, 17 heb bi ewledariya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa S’yê hene. Bi taybetî di girtîgehên Ewlêdariya Bilind de girtî di odeyên yek kesî de tên girtin, di odeyên wan de cihê hewadariyê tine û girtî rojê saetek, saetek û nîvê (1-1,5) di cihekî din de derdikevin hewadariyê û mecbûrî dema xwe ya mayî di wê odeya xwe ya yekkesî de dibihurînin. Bi pêkanîna Tîpa F, Tîpa S û girtîgehên Ewledariyên Bilind, di serî de mafê girtiyan ê jiyanê, mafên wan ên tendurîstî, mafên rêzdariya jiyana taybet û malbatê, mafên ragihandin û hevdîtina parêzaran her tim tê binpêkirin, pêkanînên dijberî qanûna înfazê derdikevin holê. Li hemberî van pêkanînan girtiyan li hiqûqa navîn û DMME’yê doz vekirine, digel ku bi sedan biryarên erenî hebin jî binpêkirinên bûne mijara dozan, bêyî bi dawî werin, her roja diçe zêdetir dibin. Girtî ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata neteweyî û navneteweyî bi kar bînin gelek caran, mecbûr mane çalakiyên greva birçîbûnê, xweşewitandinê û xwekuştinê pêk bînin, di encama van çalakiyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da, gelek girtî jî ji ber van çalakiyan bi nexweşiyên kronîk ketine. Herî dawî em ji çapemeniyê hîn bûn ku girtiyê bi navê Yakup Brûkanli ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de xwe şewitandiye û rewşa wî giran e. Em wekî ÎHD´ê careke din bang dikin ku desthilatdara siyasî ji bo daxwazên girtiyan polîtikayan biafirîne.” 

 

Li hepsan 70 girtî kuştine

Komîsyonên Girtîgehan ên ÎHD´ê dan zanîn ku di 399 hepsên dewleta Tirk de 331 hezar û 706 girtî hene û ev hejmar timî zêde dibe. Piştî wê jî ÇÎHD´ê bal bire ser tehliyenekirina girtiyên nexweş: “Pirsgirêka dermannekirina girtiyên nexweş û tehlîyenekirina girtiyên nexweş jî wekî binpêkirinên din ên li girtîgehan ji polîtikayên siyasetê yên dûrî perspektîfên mafê jiyanê pêk tên. Komeleya me tespît kiriye ji 29’ê Nîsana 2022’yan ve di girtigehên Tirkiyeyê de 651 girtiyên nexweş ên giran, bi giştî jî 1517 girtiyên nexweş hene. Bi taybetî girtiyên nexweşiyên wan giran bûne û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, her roja wan a girtîgehê ji bo wan û malbata wan binpêkirina  qedexeya êşkence û miameleya xirab e. Nexweşiyên girtiyan yên ji ewilî yan jî yên piştre dest pê kirine, ji ber mercên girtîgehê û dermannekirina bi rêk û pêk xirabtir dibe û binpêkirina mafê jiyanê derdixe holê. Girtîyên di lîsteya me ya nexweşan Bedrî Çakmak û Ehettin Kaya ji ber nexweşiyên xwe, cezayên wan hatine taloqkirin û hatine berdan lê demeke kin piştî tehliye bûn, jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2022’an de 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ev yek nîşan dide, divê pêkanînên girtîgehên Tirkiyeyê bi lezgînî werin guhertin.” 

 

ÎHD'ê bang li wezareta Tirk kir

ÎHD'ê bi bîr xist ku wê pêşniyaz û hizrên xwe yên li ser mijarê bi raporekê pêşkeşî partiyên siyasî û raya giştî kiribû û wiha bang li wezîrê dadê yê Tirk Bekir Bozdag kir: “Beriya Wezîrê Dadê û desthilatdarî derheqê girtiyên nexweş de guherînên qanûnî pêk bîne ji xebatên saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan sûd bigre û xebateke qanûnî bi van saziyan re pêk bîne, derfeta çareseriya mijarê wê pêk were. Em dixwazin wekî Komeleya Mafên Mirovan careke din diyar bikin, derheqê guherîna qanûnî de em bi zanîn, belge û raporên di destê xwe de dikarin xwe bidin ber wezîfeyê”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.