Pirtûkên ku nivîsandine nadin wî!

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:24

FETHÎ BALAMAN / MA / ÊLIH

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Afyon a Hejmara 1 a Tîpa T'yê didomin. Îdareya girtîgehê pirtûkên nivîskar Rizgar Tûrhan ê ku ji sala 1995'an ve girtî ye nadine wî. Malbata Tûrhan, pirtûkên wî yên bi navê "Cangoriyê Mişarê" û "Dilopek Ji Ava Jînê" jê re şandin. Lê belê îdareyê her du pirtûkên ku wî ku ew li girtîgehê nivîsandine nedane wî. Malbat di 8'ê meha Îlonê de ji bo hevdîtina vekirî çû girtîgehê. Tûran di hevdîtinê de aqûbeta pirtûkên xwe ji malbatê pirsî. Tûran pê hesiya ku malbata wî pirtûkeke wî 3 sal berê û ya din jî 2 meh berê jê re şandiye. Tûran jî ragihand ku pirtûkên wî negihîştine ber destê wî. 

Malbata Tûrhan têkildarî mijarê bi îdareya girtîgehê re axivî, lê belê îdareyê tu hincet nîşan nedan.

Dawî li binpêkirinan nayê

Şehrîban Tûrhan anî ziman ku ji bo lawê xwe her wextê li Girtîgeha Afyon a Hejmara 1 a Tîpa T'yê binpêkirinên mafan û muameleyên xerab hene. Tûrhan bibîr xist ku kurê wê û hevalên wî berê jî li hember pêkanînên kêfî ketine greva birçîbûnê û got: "Di 25'ê Gulana 2022'yan de ji ber destesekirina eşyayên wan, ragirtina li hucreya yekkesî û jimartina li ser pêyan ketibûn greva birçîbûnê. Girtî di roja 30'yemîn a grevê de hevdîtin bi midûrê girtîgehê re kiribûn û piştî daxwazên wan hatibûn qebûlkirin greva xwe bi dawî kiribûn. Lê rêveberiya girtîgehê paşê dest bi binpêkirinên nû kirin." 

Ev muameleyên kêfî ne

Tûrhan diyar kir ku îdareya girtîgehê pirtûkên ku kurê wê di girtîgehê de nivîsandine nedane wî û got ku rêveberiya girtîgehê ji bo vê tu tişt ji wan re negotiye. Tûrhan bang kir ku dawî li zextên li girtîgehan bê û got: "Bila ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe. Me pirtûkek wî 3 sal berê jê re şandibû û yek jê jî 2 meh berê. Her du jî nedane wî. Pirtûkên wî ne, lê nadin wî. Der barê pirtûkê de biryareke berhevkirin an jî qedexekirinê tune ye. Bi awayekî kêfî nadin wî." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.