- Çivîkeke Kîwî a kêm dîtî ya spîboz a ku ji kitêbeke zarokan re jî bû îlham, mir.
Çivîkeke Kîwî a kêm dîtî ya spîboz a ku ji kitêbeke zarokan re jî bû îlham, piştî 9 salan mir. Sedema mirina wê, hêkeke negihayî ya di nava wê de mayî bû. Tevî emeliyatan jî, Çivîka navê Manukura lê kirî, li Zelanda Nû mir.
Manukura, bi zimanê Maorî tê maneya "giregir/mezin". Ew Gulana 2011´an ji ber taybetmendiyeke di genetîka xwe de li şûna qehweyî be, spîboz hatibû dinê.
Eşîra Rangitāne o Wairarapa ya cihê çivîka kîwî ya spî lê hatî dîtin, weke pîroz hat dîtin. Manukura îlham da kitêbeke zarokan a Joy Cowley jî. Ew nivîskarê kitêbên zarokên ê herî navdar e li Zelandaya Nû.
NAVENDA NÛÇEYAN