Li Elmanyayê Partiya Keskan xwest, têkildarî Tirkiyeyê rûniştineke taybet li parlemana federal bê kirin. Parlamentera Ingilîz Kate Osbornê jî got, "Divê em piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên Kurd".

Partiya Keskan a Elman xwest, li Meclîsa Federal têkildarî bûyerên li Tirkiyeyê bi taybetî jî zextên li dijê HDP'ê rûniştinek bê lidarxistin. Wê bi miracaeta xwe xwest di rûniştina taybet a vê hefteyê de bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê bên nirxandin. Partiya Keskan xwest, rûniştin bi sernavê "Li Tirkiyeyê êrişa li ser mafên mirovan û encamên vê yekê ji bo siyaseta Elman û Ewrûpayê" bê lidarxistin. Ji rêveberên Koma Meclîsa Federal a Keskan, Britta Hasselmann miracaet kir. Hasselmann bi bîr xist, dadgeriya  Erdogan kontrol dike, doza girtinê li HDP'ê vekiriye û piştre jî Tirkiye ji Peymana Stenbolê derketiye. Hasselmann ji hikûmeta Elman a Federal xwest, ku êdî ber dilê Tirkiyeyê bes xweş bike, ku Tirkiye gav bi gav otorîter dibe. Serokatiya Meclîsê ev miracaet qebûl kir. 

´Divê em piştgiya Kurdan bikin´

Endama Parlamenta Brîtanyayê Kate Osborne bal bire ser rewşa li hepsan û bang li her kesî kir da ku piştgiriya Kurdan bike. 
Osborne jî pêvajoya qedexekirina HDP'ê bi bîr xist, behsa zextên li girtiyan kir û got, gelek siyasetvan û sendîkavanên jin, ji ber ku mafên xwe diparêzin tên terorîzekirin.

Kate Osbornê rexne li hikûmeta Meliktiya Yekbûyî girtin ji ber firotina çekan û hevkariya wê bi Tirkiyeyê re di şerê li dijî Kurdan de.
Osborne bang li hêzên sosyalîst û demokrat kir û got, divê her kes piştgiriyê bide xwişk û birayên Kurd.

NAVENDA NÛÇEYAN