Zexta li çapemeniya Kurd zêde ye

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:05

Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok bi çarçoweya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî axivî, destnîşan kir li Tirkiyê derheqê azadiya çapemeniyê fikarên zêde hene, herî zêde zext li ser çapemeniya Kurd tê kirin, li gel vê jî piştevaniya li çapemeniya Kurd pir kêm e.

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993’yan de 3’yê Gulanê weke “Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” ragihand. Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165’an de cih digire. Li Tirkiyeyê rojnameger û dezgehên çapemeniyê her sal vê rojê bi girtin, destgîririn, sansur û girtinan pêşwazî dikin. Bi taybet jî xebatkarên Çapemeniya Azad yekser dibin hedefa desthilatê.  

Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG); ji roja ku AKP bûye desthilat ango ji sala 2002’yan heta niha herî kêm 894 rojnameger hatin girtin. Di 4 mehên ewil ên sala 2024’an de jî 8 rojnameger hatin girtin.  

Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, têkilî 3’yê Gulanê derheqê vê rojê axivî. 

Li Tirkiyê zext zêde bûne 

Ok, diyar kir li Tirkiyeyê gef li ser çapemenî û azadiya xweîfadekirinê heye û wiha domand: “Desthilat, rojnamegerên ne li gorî nêrîna wê bi rêya darazê tacîz dike. Ev yek jî bandoreke neyînî li avadaniya demokratîk a Tirkiyeyê û têkiliyên wê yên navneteweyî dike. Bi qanûnên dezenformasyonê yên demên dawî re zextên li ser rojnamegeran zêdetir bûn. Ev qanûn ji bo wê ye ku dengên li dijî desthilatê kontrol bikin û van dengan qut bikin. Di qada navneteweyî de rewşa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ji nêz ve tê şopandin. Lê li Tirkiyeyê hêj jî di vê mijarê de gav nehatine avêtin. Di dawiya dawî de têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê fikarên mezin hene.” 

Zexta zêde li ser medya Kurdî ye

Bi domdarî Ok anî ziman  çaresernekirina pirsa Kurd bandorê li saziyên Kurd jî dike û wiha pê de çû: “Yek ji qadên herî zêde zext lê tê kirin jî medyaya Kurd e. Hema hema her meh bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamegerên Kurd operasyon tên kirin û rojnameger tên destgîrkirin, îşkencekirin û demekî dirêj girtî dimînin. Par di roja azadiya çapemeniyê de rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz hatin girtin. Îsal jî Erdogan Alayumat, Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan hatin girtin. Li dijî rojnamegeran zextên sîstematîk tên kirin. Sedema yekemîn a van zextan jî; bi rêya sansur û zexta li dijî çapemeniya Kurd re dixwazin peyaman bişînin. Ya duyemîn jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd û nebûna diyalogê, fikarên ku wê zext zêdetir bibin mezin dike.” 

Mafê agahînegirtinê tine dikin 

Ok, daxuyand ku tevî ewqas zextan jî piştevaniya bi çapemeniya Kurd re kêm e û axaftina xwe wiha qedand: “Li rexê Tirkiyê piştevaniyeke bi qasî tê xwestin nayê nîşandan. Ev yek jî dike ku di têkoşîna azadiya çapemeniyê de têkoşîneke lawaz derkeve holê. Girtina rojnamegerekî tê wateya girtina gelekî. Ji ber ku bûyereke li Şirnex û Colemêrgê tê jiyîn ji hêla rojnamegeran ve tê ragihandin. Her wiha mafê agahîgirtinê yê cemaweriyê tê tunekirin. Lewma jî divê em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê veguherînin Roja Piştevaniya bi Rojnamegerên Kurd re.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.