Hunermenda ji Efrîkaya Başûr FAITH 47, hunerê hevçax dike. Ew nexasim jî wêneyan li ser dîwaran xêz dike. Ew nexasim jî bi wêneyên wê yên dêw ên li ser dîwaran tê naskirin. Maneya navê wê “Faith” bawerî ye. Hîna gava ku weke ciwanekê li ser dîwaran grafîtî xêz dikirin, navê FAITH47 bi kar aniye û ev navê ji salên 1990´î li ser maye. Ji bilî hunerê kolanan û wênexêziya li ser dîwaran, ew li ser tabloyan dekonstruksiyona (jihevxistina) sîstema navneteweyî ya xwe disipêre dewletan, yan jî sîstema pereyan a navneteweyî jî ew bi hunerê xwe ji hev dixîne. Ew peykersaz e û gelek karên kolajê jî dike. Ev berhema wê ya Zebreyan li bajarê Efrîkaya Başûr Johannesburgê ye. NAVENDA NÛÇEYAN