Zayîna ber bi Sosyalîzmê ve
Şemî 5 Nîsan 2025 - 03:00
- Di parazname û pirtûkên xwe de Rêber Abdullah Ocalan jiyan û têkoşîna xwe wekî lêgerîna heqîqetê dinirxîne û bi serdemên cuda, wekî zayîna miletekî pênase dike.
Rêber Abdullah Ocalan 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê navçeya Xelfetê yê girêdaydî bajarê Rihayê jidayik bûye. Her sal 4’ê Nîsanê wekî rojbûna dozekê, miletekî û felsefeyekê tê pêşwazîkirin.
Bi minasebeta 4’ê Nîsanê, em çend nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî mijarê diweşînin.
Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Parastina Gelekî" de pêvajoya destpêkê ya jiyana xwe wiha nirxandiye; "Bi destpêkirina dibistana seretayî re gava yekemîn a ciddî ber bi dewletbûyînê ve hat avêtin. Kesayet ji ber civaka komîn ber bi civaka dewletparêz ve gaveke veguherînê diavêje. Bi bajarîbûyînê re dimeşe. Nirxên bajêr di ser nirxên komîn ên çolterê re têne hesibandin. Xwendina dibistana navîn, lîse, karmendî û heta pola dawîn a zanîngehê amadekariyên pêş ji bo zilamtiya dewletê ne. Di vî temenî de li cem her kesî bi awayekî hişk kesayeteke bajêr-dewletê serdest dibe. Rewşa paşve mayînê û netewê bindest dibe sedema nerazîbûnê li dijî dewletê. "
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê, "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de jî qala pêvajoya xwe ya zarokatiyê, xwendinê dike û wiha dibêje:
“Jixwe ez di pratîkê de ji zarokatiya xwe ve ji bo peydakirina hevalên xwe nêçîrvan bûm. Yek ji derdê min ê sereke ew bû, ez komên piçûk ên zarokan pêk bînim. Ji bo vê jî min her tişt bi kar dianî. Di dema çûna xwe ya dibistana seretayî de min cemaeta xwe ya nimêjê pêk anîbû û dest bi îmamtiya wê kiribû. Seansên kuştina maran, seferên ji bo nêçîra çivîkan, kampanyayên ji bo berhevkirina pîvokan hertim di rojevê de bûn. Min ê hertim bahaneyek bidîta û bi pey hevalên xwe yên zarokatiyê biketama. Malbat jî di vî warî de têra xwe hişyar bûbûn. Li çareyekê digeriyan da ku zarokên xwe ji min biparêzin. Ma ne ez ‘Dînekî Çolê’ bûm. Çawa ku ev lêgerînên min jî nîşan didin, derdorên civaka modern û rêûresmê têra min nedikirin. Di ruh û zêhnê min de valatiyên kûr çêbûbûn. Wer xuya dikir ku ez ê bi hêsanî têr û razî nebûma. Rûsipiyê gund carekê bi mebesta min hişyar bike weha gotibû: “Tu mîna civayê qet di cihê xwe de nasekinî!” Bi rastî jî ez wisa bûm. Têgîna ‘di cihê xwe de bitebite’ ji bo min çênebûbû."
Wexta ku ez di zarokatiya xwe de bi sîstema dibistana seretayî ya Tirk re rûbirû bûm, rastiya Kurd a mirovan bi zorê dikarîn ji hev derxin, di mejî û ruhê min de rê li ber peydabûna pirsan vekiribû. Bi awayekî xwezayî min Tirkîtî qebûl nedikir. Min di kûrahiya ruhê xwe de bandoreke mirov piçûk dixe, his kir. Ya pêşî hat bîra min ew bû ku divê ez têkiliyeke malbatê bi Tirkîtiyê re bibînim. Ji aliyê diyê ve, ji dûr ve têkiliyek bi Tirkîtiyê re hebû, lê zêde tiştek pê safî nedibû. Jixwe Kurdîtiyeke bavikanî xwe eşkere dida hiskirin. Min nikarîbû ji vê rastiyê birevim. Lê bi dibistana seretayî re birîna min a pêşî jî bi vê rastiyê ve girêdayî vebûbû. Kurdîtî ji bo min gelekî bi pirsgirêk bû û cara pêşî têkiliya min a bîrbirinê bi wê re bi vî awayî çêbû. Di vî warî de hestyariya hemsalên min zêde çênedibû. Li gundê berê yê Ermeniyan li dibistana seretayî zarokên Tirkîtiya Komarê qebûlkirî hebûn û ji bo min mesafeya di navbera xwe û wan de ji holê rakirana, diviyabû min xwe bixista çavên mamosteyên xwe. Ji dibistana seretayî ve, ez timî li pey yekemînbûnê çûm. Ez niha wer fêhm dikim ku ji bo ez xwe ji neyêniyên ji rastiya Kurd bên biparêzim min serî li rêbazeke bi vî rengî daye. Min bi vî awayî dixwest xweseriya xwe piştrast bikim. Ez di vê de serketî bûm. Min di vî warî de çîroka xwe ya serketinê ya heta sinifa dawî ya zanîngehê her dubare kir. Min bi vê rêbazê ciddiyeta xwe piştrast kiribû û nîşanî ‘dost û dijminan’ dabû ku ez dikarim bibim mêr. Lewma ez dikarim êdî dest biavêjim karên girîng.
Min di sala 1969’an de pêşî cesaret kir gav biavêjim sosyalîzmê û di sala 1970’î de jî min cesaret kir gav biavêjim Kurdîtiyê. Diviyabû min herdu bi hev re bimeşanda. Şêwazê min ê rahiştina van herdu rastiyên di nava xwe de pirsgirêkên mezin dihewandin, pêşî bi xisletên giraniya xwe bawerî û dogma bû û jixwe ji vê wêdetir jî nikarîbû biçûya. Dem demeke wisa bû, dema şoreşgertiya sloganan bû. Min jî hewl dida ez bi çend sloganên sereke bimeşim. Bêguman min timî guh dida hosteyan û lewma çend sloganên sereke yên min ew pîroz kiribûn hebûn. Ew jî ev bûn: ‘Kurd hene’, ‘Pirsgirêka Kurd heye’, ‘Mafê her neteweyî heye çarenûsa xwe diyar bike’, ‘Mafê her neteweyî heye dewleta xwe ava bike’, ‘Meseleya millî herî rast bi rêya sosyalîzmê çareser dibe’, ‘Mirov dikare şerê rizgariyê li ber çav bigire’, ‘Eger partiya hevpar çênebe partiya millî jî çêdibe’."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN