• Ev komkujî li paytexta Swîsreyê Bernê bi çalakiyeke afîşdaliqandinê hate şermezarkirin.

Koma Swîsreyê ya li dijî Qirkirina Jinan, li deverên girîing ên bajêr, afîşên Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo daliqandin; her çar keç jî di êrişa dewleta Tirk a li dijî perwerdegeheke Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo keçan a li Hesekê de şehîd bûbûn.

Dewleta Tirk a dagirker 18'ê Tebaxê li gundê Şemokê yê li ser rêya Til Temir û Hesekê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi balafireke bêmirov êriş bire ser dibistaneke bi sponsoriya NY´yê û 4 zarok qetil kirin. Ev komkujî li paytexta Swîsreyê Bernê bi çalakiyeke afîşdaliqandinê hate şermezarkirin.

Aktîvîstên Koma Swîsreyê ya li dijî Qirkirina Jinê (Gruppe Offensiv gegen Feminizide) li nuqteyên giring ên bajêr, afîşên zarokên hatin qetilkirin daliqandin, di afîşan de wêneyên xêzkirî yên Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo hene.

Li ser navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "18'ê Tebaxê roja Pêncşemê navenda perwerdeyê ya zarokên keç a ku Neteweyên Yekbûyî piştgirî lê dikir, ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve hate bombekirin. 4 zarokên keç mirin, 11 jî birîndar bûn. Zarokên hatin kuştin Dîlan Ezedîn, Ranya Eta, Zozan Zêdan û Diyana Elo ne. Zarok bingeha jiyanê ne! Em êşa xwe dikin hêrs, hêrsa xwe dikin berxwedan."

ANF/BERN