Zarokek qetil kirin 30 kes birîndar kirin

Duşem 29 Gulan 2023 - 15:57

Li herêmên dagirkirî yên çeteyên artêşa Tirk a dagirker, ji ber serketina Erdogan di hilbijartina serokkomariyê de, gule teqandin û di encamê de zarokekî 4 salî qetil kirin, 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên çavkaniyên cihî, li taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê yên Efrîna dagirkirî, çeteyan ji ber serketina Erdogan ketober gule teqandin. Di encamê de bi giştî 25 kes li van taxan birîndar bûn.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, SOHR’ê jî ragihand ku li Ezazê li nêzî Firina Zera 2 kes, li kampa Secoyê jî jinek birîndar bûne. SOHR´ê her wiha da zanîn ku li Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku gule heta doh serê sibehê jî hatine teqandin.

Çavkaniyên din jî diyar kir ku pêr li taxa Mehmûdiyê, zarokekî 4 salî bi guleyên çeteyan hatiye qetilkirin.

ANHA / ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.