Zarok bi ‘Firaz Dağ’ bi ser dikevin

Duşem 27 Îlon 2021 - 01:12

  • Mehmet Aksoy yan jî bi navê wî ji xwe re neqandî, Firaz Dag digot, “Radestî kapîtalîzmê nebin, radestî madiyatê, peywendiyên kirêt, bêedebî, bêevînî, newekheviyê nebin.”

 DÎREN DÎCLE ERDEN 
 
Mehmet Aksoy yan jî bi navê wî ji xwe re neqandî, Firaz Dag digot, “Radestî kapîtalîzmê nebin, radestî madiyatê, peywendiyên kirêt, bêedebî, bêevînî, newekheviyê nebin.” Piştî ku tevlî nav refên YPG´ê bû, 26´ê Îlona 2017’an di êrişa DAIŞ’ê de li Reqayê şehîd bû. Li ser navê Firaz Dag li Londonê Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Firaz Dag hat vekirin. Wê niha dest bi perwerdeya 2021/2022’yan kir. Gava nû hat vekirin, 3 perwerdekar lê hebûn. Niha li Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Firaz Dag ev du sal in, 8 perwerdekar, bêhtirî 40 xwendekarî û bi dersên pênc branşan xwe bi rêxistin kir. Armanca wê ew e ku bi sazûman bibe.

Li Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Firaz Dag dersên matematîk, Ingilîzî, hunerê axaftina bedew, koro û Kurdî hene. Di hişmendiya wê de çanda hevaltiyê heye ku Firaz Dag ji xwe re kiribû felsefeya jiyanê. Dêûbav pêdiviyên wê bi awayekî komunal dabîn dikin. 

Li Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Firaz Dag zarokên 6 ta 13 salî di koroyê de hem hînî paşxana dîrokî ya stranên Kurdî dibin û hem jî wan dibêjin. Bi dersan axaftina bedew, zarokên koçber ên Kurd hîn dibin xwe baştir îfade bikin. Koordînatora Mala Piştgiriyê ya

Perwerdeyê Sultan Kigi dibêje, nexasim jî kur zehmet xwe îfade dikin û meseleya xweîfadekirinê di serketinê de muhim e. 
Li dibistanê sinif bi serî ve tijî bûne. Ji bo vekirina dibistanê ya îsal, zarokan dayika Firaz Dagî, Dayika Zeyneb bi strana ‘Zimanê Kurdî’ pêşwazî kir. Dayika Zeyneb diyarî dan zarokan. 

Jiyan hostekarê matematîkê ye 

Ji zarokên li Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Firaz Dag xwendine, zarokên gelekî serketî derdikevin. Yek ji wan Jiyan Ozgur e. Jiyan par li dibistana xwe weke “Dahiyê matematîkê”   hat hilbijartin. Ew dibêje, bi xêra dibistana Firaz Dag ew evqasî serketî bûye. 

Stran jî li dibistana xwe serketî ye, û dibêje ev xêra dibistana Firaz Dag e. Ew ji mamosteya xwe Xecê gelekî razî ye û dibêje, ew hevaltiyê li cem wê dibîne. 

Gamze jî hez ji matematîkê dike. Jiyan, Gamze, Stran û zarokên din jî dibêjin, “Em hez ji hevaltiyê dikin”.  
Dibistan niha bi daxwazeke di ser kapasîteya xwe re rûbirû ye û  dixwaze îsal femrî bibe û plan dike biçe avahiyeke xwe ya taybet.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.