YEʼyê bi wêrekî gav neavêt

Nûçeyên Cîhan

În 11 Kanûn 2020 - 16:15

  • Lîderên YE, di civîna xwe ya du rojan de ji bo Tirkiyê di warê hinek şexs û şirketan de biryarên sistok da.

Lîderên Yekîtiya Ewrûpayê (YE), di civîna xwe ya du rojan de ji bo Tirkiyê di warê hinek şexs û şirketan de biryarên sistok dan.

Civînên du rojî yên Yekîtiya Ewrûpayê doh bi dawî bûn. Ji ber bûyerên têkildarî Qibris û Yewnanistanê, biryara hinek ambargoyên sistok der barê kesayet û şîrketên Tirkiyê de hat dayîn. Eger Tirkiye karên sondajê li Derya Spî bidomîne tê payin ku meha Adarê biryar hişk bêne dayîn.

Lîderên Yekîtiya Ewrûpayê tenê li dijî kes û şîrketên li Derya Spî karê sondajê dikin biryar dan wan di hin waran de bi sînor û gem bikin.

Yewnanistanê ragihand ku biryar ne temam in û dudiliya Yekîtiya Ewrûpayê ya li ser zexta li aboriya Tirkiyeyê rexne kir. Elmanya, Îtalya û Spanyayê jî diyar kirin ku hîn jî bi rêya dîplomasiyê hin tiştan dikarin bikin.

Jixwe dewletên Yekîtiya Ewrûpayê kirinên din ên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.