Di roja 4`an a Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de şanoya “Berf jî diêşe” li ser dika Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hate nîşandan.

Beriya pêşandana şanoyê, nivîskar û derhêner Beşîr Mela Newaf têkildarî pêvajoyên pêşketina şanoyê semînerek da. Di semînerê de nivîskar û hezkiriyên şanoyê beşdar bûn.

Mela Newaf behsa dîroka şanoyê kir û diyar kir ku şano wek cureyeke edebî, beriya avabûna dikê bi awayekî fermî derketiye. Mela Newaf dîroka hunerê bi dîroka mirovahiyê ve girê da û got: “Dema mêr ji rêwîtiyên nêçiriyê vedigerîn, ji malbatên xwe re bi awayekî şanogerî behsa wan rêwîtiyan dikirin.”

Mela Newaf behsa şanoya Yewnanan a serdema 7`an Beriya Mîladê û çawa bi pêş ket kir.

Mela Newaf diyar kir ku dîroka fermî ya şanoyê, vedigere greec û destnîşan kir ku destana “Gilgamêş” ji destana “Iliada” ya Homeros kevntir e.

Dûre şanoya bi navnîşan “Berf jî diêşe” ya Koma Hîlala Zêrîn a jinan hat nîşandan. Nivîskara şanoyê Sarya Gulan  û Metîn Ewr in. Her wiha derhêneriya lîstikê jî Sara Gulan kiriye.

Piştî wê şanoya “Hejar li rastiyê digerin” ya nivîskarê nemir Mistefa El Helac hate nîşandan. Ehmed Şihade derhêneriya şanoyê kir.

Di şanoyê de 10 endamên Koma Şanoyê ya Navenda Çandî ya Minbicê lîstin ku cara yekemîn e beşdarî mihrîcanê dibin.

ANHA/QAMIŞLO