• Sîxurê MÎT’a Tirk Îbrahîm Beşar Diwêka ji aliyê hêzên ewlehiyê yên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat girtin. Wî behsa hovîtî, sûc û destavêtinên artêşa Tirk a dagirker li kantona Efrînê kir.

Îbrahîm Beşar Diwêka bi eslê xwe Kurd e lê sîxuriya MÎT’a Tirk dikir. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, sîxur Diwêka li gelek herêmên kantonê xebat kir, bi taybetî jî li navçeyên Cindirês û Racoyê.
Îbrahîm Beşar Diwêka yê 20 salî, pêşî hişbir difirotin çeteyan, paşê bû yek ji wan. Di nava Çeteyên Hemzat ên ser bi artêşa Tirk a dagirker, dibe sîxûr û paşê dibe yek ji rêveberên wan.

Şervan dan qetilkirin

Diwêka dibêje: "Ebas û MÎT’a Tirk di şerê li Efrînê de ji min xwestin ku hin nuqteyên şervanên QSD’ê ji tunel, nuqteyên di nava daristanên nêzî Efrîn, bajarokê Cindirêsê û gundê Qude, ji wan re eşkere bikim. Ji ber ku min herêm baş nas dikir, min xwesteka wan pêk anî. Piştre ew herêmên ku min ji wan re dan xuyakirin, hatin bombebarankirin, di encamê de gelek şervan şehîd bûn."

Li Tirkiyeyê perwerde bû

Sîxur Diwêka got: “Fermandarekî MÎT’a Tirk ê bi navê Camp ji min xwest ku derbasî baregeheke li hundirê Tirkiyê bibim. Di wir de perwerdeyên leşkerî û istîxbaratî bibînim. Ez û 15 ciwanên Ereb derbasî Tirkiyê bûn, ji bo 25 rojan perwerdeyê bibînin.
Ji min hat xwestin ku ez û komeke çete biçin jin û zarokên Kurd ji navçe û gundan birevînin. Me ew xwestek pêk dianî. Di her rojekê de di bin gefa çekê de hin caran, 20, 40 an jî 50 jin û zarok direvandin. Çeteyan dest diavêt wan. Ez jî yek ji wan bûm, min dest avêt 20 jinên ciwan ên Kurd."

20 sivîl kuştine

Sîxur Diwêka axaftina xwe wiha domand: “Me sivîlên Kurd kuştin û me cenazeyên wan avêtin çemê li ser sînorê Sûrî-Tirkî. Komên girêdayî dewleta Tirk bi şêweyekî mezin kal, mêr û ciwan direvandin, hin ji wan revandiyan me dibirin ber çemê Ava Reş û dikuştin. Min bi tena xwe nêzî 20 kes di demên cuda de kuştin û cenazeyên wan jî avêtin avê."
Îbrahîm Beşar Diwêka cara duyemîn di 2019’an de li baregeheke dewleta Tirk perwerde bû. Her wiha jê hat xwestin ku çemê Firatê derbas bike û têkeve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, agahiyên li ser baregehên QSD’ê, civîn, çalakî û nuqteyên ewlehiyê bide. Piştre pergala îstîxbaratê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê di çalakiyeke îstîxbarî ya xurt de Îbrahîm Beşar Diwêka girt.

ANHA/KOBANÊ