• Yekîtiya Ewrûpayê îdîa dike ku Rûsyayê hêzeke giran a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kiriye. 

Yekîtiya Ewrûpayê îdîa dike ku Rûsyayê hêzeke giran a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kiriye. 

Komîserê Yekîtiya Ewrûpayê yê ji Polîtîkaya Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Josep Borrell pêr piştî nîvrojê daxuyaniyek da û îdîa kir ku Rûsyayê 150 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bi cih kirine. Borrell eşkere nekir ka têkildarî vê hejmarê agahî ji kîjan çavkaniyê wergirtiye û anî ziman ku ev kombûna leşkerî ji bo wan 'cihê fikaran' e.

Xwe li derewê qeliband

Lê belê danê êvarê, daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û daxuyaniya piştî nîvrojê hate sererastkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê ne 150 hezar e lê belê 100 hezar leşker e. Lê belê nehate eşkerekirin ka ev hejmar çima hate sererastkirin û agahiyên li ser mijarê ji kîjan çavkaniyê hatine wergirtin, nehate eşkerekirin.

Borrell di daxuyaniya xwe de bang li Rûsyayê kir da ku dawî li 'civandina hêza leşkerî' bîne û 'tansiyonê kêm bike'.
Ukrayna ya ku Qirim bi destê Rûsyayê ve berda û beşek ji eyaletên xwe yên rojhilat xiste bin kontrola alîgirê serxwebûnê yên Rûs, van hefteyên dawî bi rêveberiya Moskovê re ketiye rewşeke xirab, tengav bûye ji ber aloziyê. Rêveberiya Kievê îdîa dike ku Rûsya ji bo êrişî welatê wan bike, dibe ku li hincetekê digere.

BRUKSEL