Fermandarekî Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên Rêveberiya Xweser, Deniz Çiya diyar kir ku operasyona taybet li kampa Holê, li ser esasê agahiyên ji girtiyên qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, dewam dike û diyar kir ku ew ê dawî li bandora şaneyên DAIŞ'ê bînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Adara bihurî de li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin û îna bihurî qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî kiribû. Belê operasyonên taybet ên YAT’ê li kampê dewam dikin.

Endamê Fermandariya Giştî ya YAT`ê Deniz Çiya, têkildarî operasyonên taybet, girîngiya vê operasyonê û pêwîstiya wê, axivî. Deniz Çiya got, Operasyona Mirovî û Ewlehiyê girîng bû, ji ber ku li kampê sûcên qetilkirin û terorê dihat kirin, û avakirina şaneyên berfireh ên DAIŞ`ê dest pê kiribû. Wekî din li kampê fikrên DAIŞ`ê yên tundraw hatibûn belavkirin. Di qonaxa yekemîn de gelek ji terorîstan hatin girtin.

Bi agahiyên ji girtiyên DAIŞ'î operasyon dewam dike

Deniz Çiya got, "Operasyonên taybet, bi hevkariya saziya ewlehiyê ya giştî ya li hundirê kampê tê kirin û li ser esasê agahiyên ji yekîneyên me re tên, pêk tên.  Em li dijî wan komên xeternak ên li kampê operasyonan dikin. Lê em xwe disipêrin agahiyên girtiyên ku berê di qonaxa yekemîn de hatibûn girtin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî qonaxa yekemîn a operasyonê, 125 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê li kampê girtin.
Deniz Çiya destnîşan kir ku di çarçoveya vê operasyona taybet a ku yekîneyên wan piştî bidawîkirina qonaxa yekemîn a operasyonê da destpêkirin, 17 çeteyên din ên di nav şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê de hatin girtin.

Serekçete girtî ne dora çeteyên mayî ye

Deniz Çiya da zanîn ku pirraniya berpirsên şaneyan niha di destên hêzên ewlehiyê û YAT’ê de ne, niha jî çeteyên ji wan şaneyan mane, tên girtin û operasyon dewam dike.
Deniz Çiya da zanîn ku lêpirsîna bi girtiyan re dewam dike û li gorî agahiyên bên bidestxistin, kar û xebat wê were kirin. 

Fermandar Deniz Çiya got, hin çete li kampê û derveyî wê tevdigerin, li gorî encamên lêpirsînan, ew nuqteyên wan tesbît dikin: "Di kampê de kesên windayî hene û çekên veşartî jî hene, ji ber vê yekê em ê li gorî agahiyên nû tev bigirin û dibe ku ev yek di operasyona taybet a hêzên me de, diyar bibe. Me doh (pêr) hin cenazeyên kesên ku berê hatibûn qetilkirin û di kanalîzayonan de hatibûn veşartin, dîtin. Ew yek jî li gorî agahî û lixwemikurhatinên girtiyan pêk hat."

Heta dawî li DAIŞ'ê bê

Deniz Çiya di dawiyê de got yekîneyên wan heta bidawîkirina bêbandorakirina şaneyên DAIŞ'ê li kampê dewam bike da ku ewlehiya kampê pêk were. Li gorî belgeyên dawî yên rêveberiya kampê, 60 hezar û 351 kes li kampê hene û li ser 16 hezar û 404 malbatan belav in.

Hejmara penaberên ji Iraqê; 30 hezar û 738 e û li ser 8 hezar û 256 malbatan belav in.

Hejmara koçberên Sûriyê; 21 hezar û 58 kes e û li ser 5 hezar û 619 malbatan belav in.

Malbatên DAIŞ’î yên biyanî; 8 hezar û 555 zarok û jin in û li ser 2 hezar û 529 malbatan belav in.

ANHA/HESEKÊ