Yaser teslîmî Tirkiyeyê nekin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Li Kantona Bernê ya Swîsreyê, ji aliyê Elmanyayê girtina ciwanê Kurd ê bi navê Yaser Ornek, bi çalakiyekê hate protestokirin. 

CIHAN OLMEZ / BERN

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê, ji aliyê Elmanyayê girtina ciwanê Kurd ê bi navê Yaser Ornek, bi çalakiyekê hate protestokirin. Yaser Ornek 27 salî ye û mafê wî yê îqameyê li Swîsreyê bû. Li ser daxwaza dewleta Tirk, ew 2’ê Tîrmehê li bajarê Elmanyayê Munchenê hate girtin. Dewleta Tirk daxwaza radestkirina Ornek dike.

Komek Kurd û înternasyonalîstan li ber avahiya konsolosxaneya Elmanya ya li Bernê, çalakiyek li dar xist. Wan di çalakiyê de pankartên li ser wan nivîsandî “Ji bo Yaser Ornek azadî“ û “Bila radestkirina Yaser Orenk bê rawestandin“ hildan. Wan xwest bi rayedarên konsolxaneyê re hevdîtinê bikin, lê bi hinceta ku rayedar li konsolxaneyê nîne, daxwaz hate redkirin.

Li vir Hevberdevkê Komeleya Çanda Kurd a Bernê, Munîr Ay nerazîbûn nîşanî Elmanyayê û welatên Ewrûpayê da ji ber ku polîtîkayên faşîst ên Tirkiyeyê pêk tînin. Ay da zanîn ku rûniştina Yaser Ornek li Swîsreyê ye û got, “Girtina Ornek derqanûnî ye. Ji bo ku Ornek were berdan, ew ê li rêyên hiqûqî digerin.” 

Bang li wezareta dadê hat kirin

Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) jî kampanyayeke îmzeyan bi navê “Ji Yaser Ornek re azadî” da destpêkirin. CDK-S dibêje, “Swîsreyê Ornek weke penaberê siyasî qebûl kiriye, em bang lê dikin da ku xwedî lê derkeve, bang li Elmanyayê bike da ku Ornek bê berdan.” Ew ê îmzeyan bide wezîra edaletê Karin Keller-Sutterê. 

Yaser Ornek li zanîngeha Çukurovayê xwendekar bû. Ji ber çalakiyên demokratîk, doz li wî hat vekirin, di dema dozê de ew sê mehan di hepsê de ma. Piştre jî ji ber endametiya rêxistinê ceza lê hat birrîn. Wî li Swîsreyê doza penaberiyê kir û doza wî sala 2018´an hat qebûlkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.