Yadê Halîse berdan

În 19 Nîsan 2024 - 17:15

  • Halîse Aksoy ya ku dewleta Tirk hestiyên kurê wê bi kargoyê re şandibû û vê hovîtiyê di bîra civakî ya Kurd de birîneke kûr vekiribû û bûbû hêrseke mezin, piştî salekê hate berdan.

Hestiyên kurê Halîse Aksoy ê bi navê Agît Îpek di qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin û vê hoviyîya Tirk rê li ber bertekên mezin vekiribû. Aksoy, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28’ê nîsana 2023’yan de hatibû girtin. Rûniştina 3’yemîn a doza Aksoy li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Aksoy û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek tev li danişînê bûn.
Di rûniştinê de dozgeriyê xwest ku ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, rewşa girtî ya Aksoy bidome. Parêzeran jî daxwaza berdana Aksoy kirin.  
Dadgehê got ew gumanê jê nabin ku Aksoy bireve û biryara tehliyekirinê da. Rûniştina dozê taloqî 18’ê îlonê hate kirin. MA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.