- Wezîrê Karên Derve yê Misrê, Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Ixwan El-Muslimîn li Tirkiyê rexne kir û got, welatê wî ti sedeman ji bo hebûna leşkerên Tirk li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.
Wezîrê Karên Derve yê Misrê, Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Ixwan El-Muslimîn li Tirkiyê rexne kir û got, welatê wî ti sedeman ji bo hebûna leşkerên Tirk li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.
Samih Şukrî pêr bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku welatê wî li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên di 10 salên dawîn de bi fikar e: “Misir ti sedemên hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriyê û Iraqê nabîne.”
Şukrî her wiha destwerdana dewleta Tirk li karên hundir ên Misrê û piştevaniya koma Ixwan El-Muslimîn jî rexne kir.
QAHÎRE