Xwe li şoreşê girt

Nûçeyên Jin

Yekşem 19 Tîrmeh 2020 - 23:00

MEHMET EKÎNCÎ/RÊNAS REMO
ANHA/QAMIŞLO

Piştî salên 1990’î li Rojava tundiya rejîma Baas li ser gelan zêde bû û gelek endamên civaka êzidî jî neçar man ku  koçber bibin. Kesên ku ji welatê xwe dûr dikevin, her dem xeyala roja vegerê dikin. Dayika Qedîfa jî bi salan bi kesera vegera welat ma. Lê piştî Şoreşa Rojava pêk hat, kesera wê bi dawî bû û hêviyên wê şîn bûn.


Dema Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi ser ket û civak azad bû, êdî rê ji bo hemû koçberan û dayika Qedîfa vebû. Dayika Qedîfa ji Elmanyayê xatir xwest, hat gundê Mizgefta yê girêdayê Tirbespiyê û dest bi jiyaneke nû kir.


Dayika Qedîfa diyar kir ku dema wê biryara vegera li welat da, malbata wê mat ma û wiha berdewam kir: “Sala 1990’an ez bi 10 zarokên xwe re koçberî Almanyayê bûm. Piştî Şoreşa Rojava min biryar da ku ez vegerim welat. Zarokên min mat man û gotin her kes dixwaze ji Rojava were Almanyayê lê tu ji Elmanyayê diçî wir.”


Dayika Qedîfa ku dibêje ew ji ber “xwedîderketina li şoreşê” vegeriya welat, demeke dirêj li Rojava kar û barên civakî kirin. Dayika Qedîfa 3 salan li Mala Jinan jî xebat kir û her wiha di xebatên HPC-Jin de jî cih girt.


Her çi qas temenê dayika Qedîfa gihaştibe 80 salî jî, destnîşan kir ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li ber xwe bide û pabendê têkoşînê be.
Dayika Qedîfa ku dibêje xwe weke keçeke 14 salî dibîne, cihê xwe di nava hêzên xweparastinê yên jinan de girtiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.