Jiyana li bajaran, bi gelek hêlên xwe insanan aciz dike. Yek ji zehmetiyên herî mezin ên bajaran jî bêguman dengê zêde ango qirêjiya deng e! Dengê ji avahiyan derdikevin, dengê wesayîtan û qerebalixa zêde, gelek caran ruhê insan difetisîne û mirovan diwestînin. Ev dengên hanê tesîreke ne baş li tenduristiya insanan dikin û ji ber van dengan gelek caran psîkolojiya insanan xera dibe.
Ji xwe, Rêwistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) jî dide zanîn ku piştî qirêjiya kîmyewî, tişta herî zêde ji hawirdorê û tenduristiya insanan re ne baş e, dengên zêde ne. Qirêjiya deng yan jî dengên zêde yên ku insanan aciz dikin, li ser hemû zindiyan tesîreke ne baş dikin û bi awayekî cidî dibe çavkaniya stresê. Nexasim jî dengên trafîka zêde, dikin ku insan zêdetir bikevin stresê û psîkolojiya wan ne baş bibe.
Dengên zêde yên li nava bajêr dibin sedema bêxewî û anksiyeteyê jî. Ev dengên nav bajêr her wiha di warê metabolîzmayê de jî gelek pirsgirêkan peyda dikin. Ji hemûyan girîngtir jî li hember bipêşketina zarokan jî pirsgirêkên mezin derdixe holê. Li gorî lêkolînên Ajansa Hawirdorê ya Ewrûpayê (EEA) qirêjiya deng a li hawirdorê, dike ku di salekê de 48 hezar insan bi nexweşiya dil bikevin. Her wiha di salekê de 12 hezar mirov ne bi wext dimirin ji ber sedema dengên zêde yên li nav bajaran. Tenê li Ewrûpa 22 milyon insan ji ber deng bi nexweşiyên kronîk ketine û 6 milyon û nîv mirov jî di meseleya bixewveçûnê de nerehet yan jî nexweş in.
Ji ber sedemên dengên zêde, muhim e ku mirov here parkên bajêr û ji dengên ku mirovan aciz dikin, dûr bikeve. Daristan û parkên li nav bajêr, tesîra deng a nebaş kêmtir dikin û insan dikarin bi vî awayî xwe ji nexweşiyên kronîk ên deng biparêze.
NAVENDA NÛÇEYAN