Bersiv ji sûc jî xirabtir bû

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 06:09

Parlamentera Eyaleta Hamburgê ya ji Partiya Çep (Die Linke) Cansu Ozdemir ji ber ku Istîxbarata Eyaletê hewl da “Konferansa 4´an a Navdixwedana beramberî Modernîteya Kapîtalîst”  qedexe bike, pêşniyaz pirsek da senatoya eyaletê. Senatoyê yanî hikûmeta eyaletê di bersiva xwe de xwedî li helwêsta qedexeker derket. Senatoyê bersiv neda pirsa ka kîjan gotar û qiseker ji bo ewlehiya Elmanyayê û berjewendiyên wê tehlûke ne. Senatoyê, ji beşên li ser PKK´ê û Kurdan ên raporên istîxbaratê îstîfade kir û qaşo “agahiyên giştî” dan. Wê îdîa kir ku rêxistinên ser bi PKK´ê konferansê organîze dikin. Tevî ku tevahiya rêxistinên behsa wan tê kirin li Elmanyayê bi awayekî legal kar dikin, wê navê rêxistinên weke YXK, Buroya Jinên Kurd CENÎ, Kurd-Akad careke din rakir û weke hikûmeta eyaletê careke din civaka sivîl a Kurd li Elmanyayê krîmînalîze kir. Senatoyê heta bi helwêsta rektorê Zanîngeha Hamburgê ya betalkirina konferansê jî weke “rast û di cih de” şirove kir; bi ya wê xebatên legal ên  Kurdan li Ewrûpayê akademîk jî bin, dikarin bên qedexekirin. Hikûmeta eyaletê bi vî awayî ji xisûsên sereke yên Destûra federal û ya eyaletê binpê kirin. 

Rojava û demokrasiya bi meclîsan krîmînalîze kirin

Di metna destpêkê ya giştî ya bersiva senatoya Hamburgê de Rojava jî hat krîmînalîzekirin. Beşên eşkere ji raporên îstîxbaratê hatine girtin ên weke, “Ji bilî vê, dîmenên şervanên rêxistinên jêr ên PKK hatin nîşandan di Konferansa duyem de. Weke nimûne em dikarin behsa axaftinên gelek şervanên YPG´ê bikin. YPG weke “Yekîneyên Parastina Gel” ser bi rêxistina xwişk a PKK´ê PYD´ê ve ye.”

Senatoyê rêveberiya xweser a demokratîk jî krîmînalîzekir û got, “Li Bakurrojhilatê Sûrî (bi Kurdî: Rojava) Konfederalîzma Demokratîk bi destê avahiyên PKK´ê pêk tê anîn. Ev civak, ne xwediyê armanca damezrandina dewletê ye, û hedefa wê ew e ku dewletê û tevahiya hiyerarşiyan ji holê rake û bi destê rêxistinên cihî rêveberiyên xweser ava bike.” Bi vê awayî senatoyê, Şoreşa Rojava û Konfederalîzma Demokratîk jî bi tehlûke nirxand.

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.