Xwe ji fermanan biparêze

Nûçeyên Forum

Duşem 5 Kanûn 2022 - 02:45

MERWAN ZERDEŞT 

 

Civaka Êzîdî û Êzdayetî bi hezaran salan e li deşt û çiya, li gund û bajaran li dijî fermanan li ber xwe dide. Em dikarin bibêjin, di dîrokê de berxwedana herî demdirêj a li hemberî ferman, talan û qirkirinê, berxwedana civaka Êzîdî ye. Di Êzdayetiyê de ax pîroz e, av pîroz e , dar pîroz e, roj, agir, heyv û stêrk pîroz in. Heger ev pîrozî nebin, ne jiyan dimîne ne jî civak. Ji ber vê heqîqetê, civaka Êzîdî her tişta pîroz a jiyanê, xwezayê û civakê parastiye. 

Nexwe, ji bo Êzîdiyan Ferman çi ye? Ferman ne şerê dewletan, ferman ne şerê êl û eşîran, ne şerê qewman e. Ferman qirkirin e, tinekirina kokê ye. Ferman ew e ku ji bîr û baweriya te, dîn û diyaneta te, cih û warê te, qube û silavgehên te, tiştek ji te nemîne. Ferman ew e Êzîdî nema karibin li ser xezalên Şengalê stranan bibêjin… 

Çanda Êzdayetiyê çandeke mezin a berxwedanê ye. Çi demê êriş li ser wan çêbûye, Êzîdî li hev kom bûne, di bin darên pîroz, şikeft û geliyên asê de şêwra xwe kirine, biryara berxwedanê dane û bi dehan caran artêşa Osmanî şikandine. Wê demê, artêşa Êzîdiyan tinebû. Qebîleyan li ber xwe dida, eşîr dibûn yek û wan li ber xwe dida. Yanî civakê hemûyî li hemberî fermanan li ber xwe dida. Xort, kalemêr, jin, zarok, civaka Êzîdî hemûyî parastina Êzdayetiyê dikir. 

Ruxmê ku çanda berxwedanê ya civaka Êzîdî evçend xurt e, gelo çima fermana 2014’an bi ser me de ewqas giran hat? Lazim e em bersiva vê pirsê rast û qenc bidin. Di dîroka xwe de me ti carî parastina xwe ji kesî re nehiştiye. Lê di Fermana 2014’an de em ketin nav hêviya ku PDK û artêşa Iraqê wê parastina me bikin. Wisa lê hat ku dema pêşmergeyên PDK’ê mal bi mal geriyan û sîleh ji me kom kirin, me ferq nekir ka çi wê bi serê me de were. Heta kêliya fermanê jî em li bendê bûn ku pêşmerge û artêşa Iraqê xwe bigihînin hewara me. Pêşiyên me gotibûn, “Çavê li deriya xwelî li seriya.” 

Heger me parastina xwe nehişta bextê ti kesî û me amadekariya xwe bikira, ev ferman ewqas giran bi ser me de nedihat. Lazim e civak bi xwe xwedî li parastina xwe derkeve, xwe perwerde û birêxistin bike û rê li ber fermanan bigire. Ruxmê hemû êşên giran, fermana 2014’an di dîroka Êzîdiyan de rûpeleke nû jî vekir. Ji bo parastin û rizgarkirina Şengalê, hêzên parastina cewherî hatin avakirin. Ev di dîroka me ya berxwedanê de merheleyeke nû ye. Wekî qebîle, wekî eşîr, wekî civak me her li ber xwe daye. Lê me di dîroka xwe de ti carî hêzeke parastinê, hêzeke fedayî ya ji bo Êzîdxanê ava nekiribû. 

Dibe ku hin kes û hêz bibêjin, “Me ferman li pey xwe hişt, me DAIŞ şikand û Şengal rizgar kir, dinya bi Êzîdiyan hisiya û loma êdî me hêzên parastinê navê.” Jixwe, hin alî ji niha ve hebûna hêzên parastinê dixwazin bixin ber nîqaşê. Ya rast, me divê ji her demê zêdetir hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Çima? Ka em berê xwe bidin Iraqê, Rojhilata Navîn û cîhanê. Her der di nav agirê şer de ye. Dijminên Êzdayetiyê jî wekî nêçîrvanan li dora me digerin, dixwazin me bixin xefikê, dixwazin nêçîra me bikin. Wa rewşa Iraqê, ne xuya ye ka sibe wê çi biqewime. Her roj li ser Şengalê êrişên qirkirinê têne kirin. Dijminên me wekî guran li dora me digerin. Rast e, me bi berdêlên giran rê li ber fermana 2014’an girt, lê şûrê fermanê hê jî li ser serê me ye, me divê em vê heqîqetê ji bîr nekin, bi her awayî “xwe ji fermanan biparêzin”.

Em ê xwe ji fermanan çawa biparêzin, ji bo rê li ber fermanên nû bigirin, weke civaka Êzîdî lazim e em çi bikin? Ev pirsen muhim in ku me divê bersiva wan bidin. Beriya her tiştî, parastina Êzîdxanê ne tenê di stûyê Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê de ye. Rast e, Çiyayê Şengalê stargeha me ya pîroz, hêzên parastinê jî stûna hebûna me ne. Lê ji bo em xwe ji fermanan biparêzin, erk û berpirsyarî dikeve ser milê herkesî. Çawa di dîrokê de li hemberî ferman û talanan hemû eşîrên me, civaka me hemûyî li ber xwe daye, îro jî lazim e em amade bin bi her awayî piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin, barê wan sivik bikin, keç û xortên Êzîdî tevlî hêzên xwe yên parastinê bikin. Lê berxwedan ne tenê şerkirin e û ne tenê di stûyê hêzên parastinê de ye. Çawa ku em civaka Êzîdî bêyî hêzên xwe yên parastinê nikarin hebûna xwe biparêzin, hêzên parastinê jî bêyî destek û piştevaniya gel nikarin li ber xwe bidin. 

Di sedsala 21’ê de tenê bi parastina leşkerî ti civak nikare hebûna xwe biparêze, civaka Êzîdî hîç nikare. Ji ber ku em civaka bîr û baweriyê ne, em bi çanda xwe hebûna xwe diparêzin. Roja ku bîr û baweriya me, çand û hunerê me ji destê me çû, em nema dikarin hebûna xwe biparêzin. Ji bo ku em xwe ji fermanan biparêzin, herî zede jî lazim e em berxwedana çandî xurt bikin. Ji bo vê jî lazim e em polîtîkayên qirkirina çandî û şerê taybet ên li ser civaka me tên meşandin, baş nas bikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.