Xurtkirina xeta têkoşînê divê

În 29 Mijdar 2024 - 02:35

Ji Yekitiya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkûtan û ji Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Dîlara Kalpakê tayînkirina qeyûman nirxandin. Tulay Korkûtanê anî ziman ku AKP-MHP bi qeyûman dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û got:"Tiştê ku bi hilbijartinê bi dest nexist, bi hewl dide bi waliyan bi dest bixe. Qeyûmên tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin, derbeya li vîna gel e. Em bi desthilateke talanker, rantxur û xespker re rû bi rû ne." Tulay Korkutanê anî ziman ku qeyûm di heman demê de êrişa li dijî destkeftiyên jinan e û got:"Şaredarî tê wateya hevserokatiyê - nûnertiya wekhev. Tê wateya qada îstîhdamkirina jinan, kreş û stargehan. Ev ne cara yekem e ku em bi qeyûman re rû bi rû ne. Tişta ku cara ewil girtina saziyên jinan, stargehên jinan û derxistina jinan a ji kar bû. Lewma herî zêde em jin li dijî qeyûman radibin. Em polîtîkayên qeyûman qethiyen qebûl nakin." 

Qeyûm şerê taybet e 

Tulay Korkutanê anî ziman ku divê li hemberî qeyûman xeteke xurt a têkoşînê bê avakirin û got:"Niha gel dibêje îjar kîjan şaredarî di dorê de ye? Lê belê bêyî ku li benda şaredariyê di dorê de bin, divê em xeta têkoşînê ya ku pêşî li van pêkanînan hemûyan bigire û asteng bike diyar bikin. Gel xwedî li îradeya xwe, dengê xwe û şaredariya xwe derdikeve. Ji ber vê yekê hê jî li kolanan e."

Dîlara Kalpakê bilêv kir ku qeyûm êrişek li dijî pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan e û wiha got:"Em li karên ewil ên qeyûman dinêrin; pêşî xebatên jinan ên girêdayî şaredariyê hedef digirin. Ev, di heman demê de desteserkirina vîna jinê ye." Dîlara Kalpakê anî ziman ku qeyûm parçeyek ji şerê taybet e û got:"Yek ji qadên ku desthilat dixwaze li gel êrişên qeyûman tesfiye bike jî, têkoşîna azadiya jinê ye. Em hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di hedefa van êrişan de ne. Ji bo vê yekê ya herî girîng têkoşîna yekbûyî ye." 

MA/YEŞÎM TUKEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.