Xurtiya Biden li ser Erdogan
Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 04:54
REWŞAN DENIZ
Di civîna bi Erdogan re serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden eşkere yê xurt e. Civîna Bilind a 14´ê Hezîranê ya NATO´yê ya li Brukselê, wê her wiha bibe mekanê civîna pêşî ya di navbera Biden weke serokê DYE´yê bi Erdogan re. Di rewşeke welê de civîn wê pêk bê ku dewleta Tirk di warê aborî de nexasim ji ber şerê ji bo qirkirina Kurdan, hatiye ber petaxê. Di şerê dagirkeriyê li Sûrî, Rojava û li Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk êdî li sînorên xwe bi xwe diqelibe. Di vî halî de Biden dikare bi rehetî avantaja xwe bi kar bîne û zorê li Erdogan û rejîma dewleta Tirk a heyî bike.
Di civînê de ew ê behsa sîstema fuzeyên S-400´î bikin ya ku DYE gelekî aciz kir. Li aliyê din beriya çend rojekî dewleta Tirk nehişt NATO bibe xwedî helwêsteke hişk beramberî dîktatorê Belarûsê Aleksandr Lukashenko, gava ku wî çalakgerê înternetê Roma Protasevich bi korsanî ji balefirekê revand.
Biden berê îdîa kiribû ku ew ê mafê mirovan û demokrasiyê li navenda siyaseta derve ya DYE´yê bi cih bike. Biden bi gotinan be jî, ji niha ve navê otokrat bi pey Erdogan xist. Axaftina bi telefonê ya pêşî ya Biden bi Erdogan re 3 mehan piştî ku bû serok çêbû. Ew jî ji bo ku Erdogan agahdar bike li ser qebûla Qirkirina Ermeniyan a sala 1915´an.
Helwêsta beramberî Kurdan
Yanî destê Biden ji mêj ve xurt e li dijî Erdogan. Erdogan bi xwe, wiha diyar e dixwaze ji sifirê dest bi peywendiyên nû bike bi rêveberiya Biden re. Em binihêrin ka Biden wê ji Erdogan re bibêje, dewleteke Tirk a otoritaryen ji ewlekariya DYE´yê re tehlûke ye yan na. Ji bo vê jî divê Biden ji gotinan û wê de divê biçe û zexta darîçav nîşan bide.
Tişta sereke ku wê vê darîçavbûna siyaseta Biden nîşan bide, wê helwêsta wî beramberî 100 hezar girtiyên siyasî û çareseriya pirsgirêka Kurd be. Heger ew vê xurtiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser Erdogan bide ferzkirin, ev ê xef nebe. Piştî civîna 14´ê Hezîranê bi rengekî ji rengan Erdogan wê eşkere bike.