Xoşnav Ata li YE’yê bû

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Adar 2023 - 01:45

REWŞAN DENIZ

 

Xoşnav Atayê mehan e ku li pêş OPCW´yê nobetê digre. Wî li gel Koma Dostaniya Kurd a li Parlamena Ewrûpayê daxuyaniya çapemeniyê da û got, ’’Divê hûn ji bo Tirkiye dawî li bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîlayên Kurdistanê bîne, zextê lê bikin.’’

Xoşnav Ata ji 5’ê Tebaxa 2022’yan ve ji ber ku du xwarziyên wî, Binevş Agal (Gulperîn Ata) û Jînga Gabar (Mîhrîban Ata) di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, li pêş Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) nobetê digire. Ata li gel Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamena Ewrûpayê derbarê êrişên bi çekên kîmyewî de, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist. 

Xoşnav Ata bi bîr xist ku di 16’ê Adara 1988’an de li Helebce bi hezaran Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û got, “Wê demê, dewletên hegemon bi tenê lê temaşe kirin. Lê dema ku berjewendiyên wan ketin tehlûkeyê, dest li Iraqê werdan û Sedam bi dar ve kirin. Îro heman çekan dewleta Tirk li hemberî gerîlayên Kurd bi kar tîne û dewletên hegemon dîsa lê temaşe dikin.”

 

Kurd li meydanan in

Ata da zanîn ku piştî ku du xwarziyên wî di êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, wî li pêş OPCW´ê dest bi çalakiya nobetê kiriye û got, “Ez difikirîm ku OPCW saziyeke serbixwe ye û wê bi me re bibe alîkar. Lê OPCW jî xizmetê ji dewletan re dike. Heta îro ti bersiv nedane hewldanên me. Di mehên destpêkê yên çalakiya min de li Den Haagê, piştre li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dehhezaran Kurd li dijî êrişên bi çekên kîmyewî, çalakî kirin.”

 

Çalakî wê dewam bike

Ata di dewamê de got, li ser zextan, “OPCW´ê got, heger dewletên endam serlêdanê bikin, ew dikarin lêkolînê bikin. Di mehên derbasbûyî de dîmenên 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hatin weşandin. Lê dîsa jî OPCW’ê tiştek nekir. Va ye îsbat, bila OPCW biçe Kurdistanê, lêkolînê bike. Dewleta Kurdan tine ye, lê 50 Milyon Kurd hene. Li Swîsreyê min bi Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hin hevdîtin kirin. Daxwaza me ji dostên me yên li Parlamena Ewrûpayê, ji NY û dewletên demokrat ew e ku li ser dewleta Tirk zextê çêkin û dawî li bikaranîna çekên kîmyewî bînin.’’

 

Sûcên şer dikin

Yek ji Koordînatorên Koma Dostaniya Kurdan Nikolaj Villumsen jî destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û got, “Divê li hemberî vê bêdeng nemînin. Divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih. Me weke parlamenterên Ewrûpayê, beriya vê ji Konseya Yekîtiya Ewrûpayê û komîsyonan re name şandin. Em ê ji OPCW´ê re jî nameyê bişînin.”

Ji Koma Ewrûpa ya Azad EFA’yê Francois Alfonsî jî îşaret bi wê yekê kir ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de belgeyên gelekî girîng hene û got, “Tevî vê jî, rayagiştî ya navneteweyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng e. Sûcekî şer dikin. Ji bo vê jî divê Yekîtiya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê zend û benda badin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.