Xoşnav Ata li PE’yê ye

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 15 Adar 2023 - 00:41

Xoşnav Ata ev 32 hefte ye li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî nobetê digire. Ew ê îro li Parlamena Ewrûpayê civîna çapemeniyê li dar bixe.

Civîna çapemeniyê ya di saet 11'an de wê li salona çapemeniyê ya Parlamena Ewrûpayê ya li Strasboûrgê pêk bê.

Xoşnav Ata ev qederê 32 hefteyan e ku li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li Laheyê nobetê digire. Ata yê ku pirsa “Dewleta Tirk biraziyê min bi çekên kîmyewî qetil kir! OPCW hûn çima lêkolîn nakin?” dipirse, di çarçoveya çalakiya xwe de bi gelek sazî û rêxistinên navneteweyî re di nava têkiliyê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.