Xirwatistan ket Schengenê Romanya ma li derve

Nûçeyên Cîhan

În 9 Kanûn 2022 - 11:41

  • YE ji ketina Schengenê ya Hirvatistanê re got erê lê Bulxaristan û Romanya red kirin.

Konseya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ku serokatiya wê ya serdemê Çekya dike, ji ketina Schengenê ya Hirvatistanê re got erê lê Bulxaristan û Romanya red kirin.

Xirwatistan bû endamê 27’emîn ê qada Schengenê ku zêdeyê 400 milyon kes bi serbestî lê ger û geştê dikin.

Konseya YE’yê, ketina nav qada gera bi serbestî ya Schengenê ya Hirvatistanê erê kir. Xirwatistan, wê meha Çile ya sala 2023’yan bikeve nav qada Schengenê.

Konseya Yekîtiya Ewrûpayê, daxwaza endamtiya Schengenê ya Romanya û Bulxaristanê red kir.

Hat gotin ku bi taybetî Awusturyayê ketina Schengenê ya Romanya û Bulxaristanê veto kiriye.

Hat zanîn ku sedema vetokirinê ew e ku ji serê salê heta bi niha çûna Ewrûpayê ya koçberan di ser Balkanan re zêde bûye. Viyana nerazîbûnê nîşan dide ji ber ku koçber di Romanya û Bulxaristanê re derbas dibin.

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.