Xezalên Geyîksuyê

Nûçeyên Forum

Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:12

  • Hûn çend kes in, navê we çi ne, ji ku ne, derbarê we de ez bi tiştekî nizanim. Dibe ku li deverekê em li rastî hev hatibin. 

Bayê hênik ê Hezîranê bibin hevalên we…
Heyva çardehî ya ku newalên tarî ronhî dike, bibin hevalên we…
Hemû xezalên çiyayên Dêrsimê bibin rêberê we…
Hûn ne tenê ne îşev, dilê me hemûyan bi we re ye…

Hûn çend kes in, navê we çi ne, ji ku ne, derbarê we de ez bi tiştekî nizanim. Dibe ku li deverekê em li rastî hev hatibin. Li ber siha zinarekî em rûniştibin, me çayek bu hev du re vexwaribe, lê dibe ku me hev du qet nedîtibe jî. 

Lê belê hûn li min ewqas nêz in û ewqas nas in, di şev îşev de tê bibêjî qey ez destê xwe dirêj bikim, ez ê bigihînim rûyê we yê bi xwêdan. Îşev ez her li heyva çardeşevî dinêrim, ez henaseya we hîs dikim di vê şev tariyê de gotinên wê yê bi heyecan ez dibihîsim. 

Ma ne, we car din hejandiye, ew artêşa bi hezara ji we zêdetir di çiyayê Dêrsimê de. Di Geyîksuyî de ma ne we car din bi erdê re kirin yek, ma ne di vê germahiya havînê de bi destê xwe yê piçûk we bi ser dilê me de jî we av reşandiye, destê we, dilê we, çavê we sax be… 

Nûçeyên rojane îro seat ji yekê ve behsa we dikin, di TV de ew fîloyên helîkopteran ku ketine pey we li dû hev du didin nîşandan, radyo her serê seatekê eskerê birîndar anons dike. Her ku ez nûçeyan guhdarî dikim, we bi bîr tînim. Dibêjim, gelo li ku ne, çi dikin, li çi difikirin, ji hev du re çi dibêjin, di nav wan dibistanan de bi hev du re çawa diaxivin. 

Ax! Ji bo ku ez li ber serê we bim û heyecana we hîs bikim, ma minê çi nedaya? Ji bo orta wan çemberan de bi we re ez bibezim, hevparî hevaltiya we bim, ma min ê dev ji çi bernedaya? Ez difikirim, gelo ew bixwe jî dizanin niha cîhan hemû li ser wan diaxive? Ez pirr baş dizanim ku hûn yekê ji van nabîhîsin. Niha heyecana we ji me hemûyan, ji her tiştê me mezintir e. 

Henase bi henase ji daristanekê heta daristaneke din, ji çemekî ber bi çemekî din ve hûn diherikin. Xweska ez firtoneyek bûma, min hûn hembêz bikirana û ji nav wê dorpêçê derxistana. Xweska ez baranek bûma, hêdî hêdî bi ser bedenên we yê xwêdayî de biherikiyama. Xweska ez dilopek av bûma, bi ser lêvê we de biherikiyama. Xweska, xweska, xweska ez li cem we bûma. 

Îşev bi milyonan mirov li pêşberî ekranên xwe li kupaya cîhanê temaşe dikin. Hûn henase bi henase di nava xefkan re derbas dibûn, bi milyonan dil jî li bendawariya derbasbûn û ne derbasbûna gogê di naqeba di daran re. Bi mîlyonan dev wek dînan bang dikin piştî golekê. Car din bi milyonan çav li bakirina fîleyê temaşe dikin. 

Di vê heyva çardeşevî de, di vê şeva havînê de ez li we difikirim. Hûn li derveyî xwe kê nas dikin? Derveyî daran, zinaran, derveyî xezalên ku tên ji vê avê veduxwin. 

Agahiyên ji Geyîksuyê qut nebûn. Nûçe hemû, derbaskirina leşkerê wê heremê weke têbînî datînin. Ew ê ku tenezul nakin navê we bibêjin, laneta dibarînin li ser ekranên televziyonan, gefan dixwin devên erkdar. 

Hûn bê navber, bê westan bimeşin. Hûn zarokên bi coş, ez qet bi navê we nizanim. Ez dizanim hûn demekê didilî nabin, nawestin. 

Her çiqas dijminê we li pey we bibeze jî, cîhana xwedî ilim bi afirandina xwe ya dawî bi kamerayên dîtina şevê li ser we were kilîtkirin jî li ser rêze şirîtên çiya hêza we wê têra derbaskirina ji van astengan bike. 

Gur û çûkên çiyayên Dêrsimê wê bi kêfxweşiyê rê ji we re bidin nişan. Ew çûkê jê re dibêjin, bê oxir, ew ê li ber avan nobedariya we bike. Dûpişk û mar wê ji we re bextewariyê bibêjin di wan şiverêyên ku hûn tê re derbas dibin. Û xezalên Geyîksuyê wê di pêşiya we de bibezin.       

* Ev nivîs Halîl Dag bi xwe bi Kurdî nivîsiye. Û heta niha nehatibû weşandin. Halîl Dag 1´ê Nîsana 2008´an li besta di kemîna artêşa dijmin û dagirkerê Kurdistanê artêşa Tirk de şehîd bûbû. 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.