Merheba yan jî bi xatirê we

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Adar 2023 - 03:55

  • Ma ji xwe huner ne wêrekî bû? Wan bi wêrekî gelek tişt dan ber çavên xwe. Li ser wê sahneya mezin, li hember girseyên mezin, li çiyayan hunerê xwe nîşan dan. Hemû tiştên xwe danîn meydanê, ketin wê ezmûna mezin ya ku rastî û qelpîtiyê ji hev vediqetand.

XELÎL DAG

Foto 1
Fotografê Hêvî û Yekta di hingura vê êvarê de gihîşt ber destê min. Min pirsî bê ka kê ev wêne girtiye, kesî pê nizanîbû. Vê êvarê min her du heval careke din bi bîr anîn. Ew hevalên ku çiyayên Kurdistanê bi kenên xwe dixeriqandin.

Foto 2
Di fotografê ewilî de Hêvî û Yekta li ber sehneya şanoyeke hilweşiyayî disekinin. Mirov dikare dilsoziya wan di fotograf de jî bibîne. Destên xwe pirr bi aheng bilind kirine. Pirr xweşik li obejektîfê niherîne, weke ku her du bi hev re heman gotinê bikin. Merheba yan jî bi xatirê we…

Foto 3
Em di dawiya lîstikekê de ne, yan jî lîstik hîna nû dest pê dike…Gotina wan her çi dibe bila bibe, em dizanin ku herdu jî heman gotinan di heman demê de bi hevre dibêjin. Bi heman hest û nêzîkatiyê disekinin, li wê sehneyê…

Foto 4
Lê ew du insanên ji hev cuda ne. Yek ji Mêrdînê derket hat û yek jî ji Dêrsimê. Me hurdu bi hev re nas kirin. Ew her du bi hev re li jiyana me ya çiyê zêde bûn. Dema yek tinebû ê din jî tinebû. Gava yek ji wan hat, ê din jî da pey wî û bi bez hat serê çiya.

Foto 5
Ev tiştekî tesadûfî bû nizanim lê ew bi ken û coşa xwe li navenda jiyana me ya li çiyê bi cih bûn. Kenên wan li van zinarên hanê bi salan olan da…

Foto 6
Vê paşiyê ez fêr bûm ku beriya werin çiya wan qet hev du nas nekiriye, hev du nedîtine û nebihîstine jî. Lê me ew bi hevre nas kirin, me dengê wan bi hev re bihîst û li gelek deverên van çiyayan me ew tim bi hev re dîtin.

Foto 7
Şopên wan li van çiyayan pirr in. Wan bi lîstikên xwe deng da li van çiyayan, ji bo wan me pirr li çepikan da…Sedema hatina wan a gel hev taybetmendiyên wan ên hevpar bûn yan jî ji ber ku ew hatibûn gel hev şibiyabûn hev, nizanim. Axir her du jî şên bûn û bi kenên xwe mane di bîra min de…

Foto 8
Dol û newal bi hirehira wan olan didan, wan tenê carekê jî bi dengekî nizm xeber neda. Dilê wan pirr geş bû, gotinên wan têr û tije bûn. Kesî nikarî li cem wan xemgîn tevbigere. Wan bi awayekî rêyek dîdît û hevalên xwe ji xemgîniyê xelas dikirin.

Foto 9
Tiştekî din jî hebû, her du jî şaşwaz bûn… weke zarokan li hember her tiştî heyirî diman. Li hember tiştên piçûk jî heyirî diman. Mirov dema bi wan re diaxivî, mirov digot qey bi wan re dilîzin û henekên xwe dikin. Di vê dinyaya mezin de ew du zarok bûn. Qet mezin nebûn û weke xwe man.

Foto 10
Ew du lîstikvanên bêhempa bûn ku wext hemû vediguherandin lîstikekê. Her lîstika ku derxistin pêşberî wan, ew lîstin û wan negot na. Her karaktera ku ji wan xwestin, bi lîstikvaniyeke serketî derxistin ser dikê.

Foto 11
Wan rolên karakterên pirr ji rêzê jî kir û ketin dirûvê karakterên mezin jî, wan bi awayekî serketî ruh bi hemûyan anî. Li gorî wan, rolên mezin tinebûn, lê nêzîkatiyên mezin hebûn.

Foto 12
Rolên pirr piçûk jî bi cidiyeteke mezin nirxandin. Weke ku her tişta li ser dikê wan temsîl bike, xwe xistin şûna her tiştî. Wan her kêliya jiyanê di astekê de nirxand û tiştên bi qîmet ber me xistin. Di senaryoyên li serê çiyan nivîsandî hemûyan de cih girtin.

Foto 13
Lê ji bo wan senaryoya herî girîng senaryoya jiyana rastîn bû. Hostetiya wan ti carî bi lîstikên ser sahneyan xwe nîşan neda. Piştî çepikan, dema ku perde hatin girtin jî ew ti carî nehatin jibîrkirin.

Foto 14
Di jiyana rastîn de rastî rolên xwe yên jidil hatin. Dema ji sahneyê daketin jêr di jiyanê de bêhtir hoste bûn. Wan bi zimanên dinyayê hemûyan dizanîbû, dikarîbûn dilan hemûyan şa bikin.

Foto 15
Wan weke du hunermendên gel, xeletiyên hunermendan ên hezarê salan kifş dikirin. Tenê ne bi lîstikên xwe, her wiha ew di jiyanê de jî serketî bûn. Wan tenê lîstik dernexistin ser dikê, wan jiyana xwe ya rast jî nîşanî me da.

Foto 16
Tenê ne li ser sahneyê, wan dixwest di jiyanê de jî xelk ji wan re li çepikan bide. Ji bo wan sahneya rasteqîn evder bû, yanî serê van çiyayan. Û derketin hatin…

Foto 17
Ti carî berê xwe jiyanê nequlibandin, ji jiyanê nereviyan. Li ser dikê xwe veneşartin, xwe nexistin pişt lîstik û rolên ku dikirin. Ti carî hunerê wan ji bo wan nebû cihê revê. Wan hunerê xwe bi destê xwe ava kir û ber bi lûtkeyên çiyayan ve meşiyan.

Foto 18
Ma jixwe, huner ne wêrekî bû? Wan bi wêrekî gelek tişt dan ber çavên xwe. Li ser wê sahneya mezin, li hemberî girseyên mezin, li çiyayan hunerê xwe nîşan dan. Her tişta xwe danîn meydanê, ketin wê ezmûna mezin a ku rastiyê û qelpîtiyê ji hev vediqetand.

Foto 19
Û ew ji vê ezmûnê bi awayekî serketî, ango bi serbilindî derketin. Niha em hemû bi wan serbilind in, ew rûmeta me ne.

Foto 20
Rojekê Yekta ji nişkê ve veqetiya ji nava me. Bihara çûyî dewleta Sûriye êriş bir ser xelkê me yên li Rojava. Dinyayê hemûyî çavê xwe li êrişan girt û nexwest bibîne. Lê Yekta li wî bajarê herî kevn ê dinyayê, li navenda bajarê Helebê, cara dawî derket ser dike.

Foto 21
Wî ew rûyê xwe yê xweşik, wî bejna xwe ya dirêj di nav agir de heland… Ev perdeya dawîn a jiyana wî ya rastîn bû.

Foto 22
Hêvî ev çalakiya wî ti carî ji bîr nekir. Yekta çawa ew nekiribû şirîkê vê perdeya dawîn. Ma ne ew tim bi hev re derketibûn ser dikê?

Foto 23
Çima vê carê bi tena serê xwe çûbû Yekta. Çima lîstika herî mezin bi tena serê xwe lîstibû? Çima gazî Hêvî nekiribû?

Foto 24
Êş û azarên Hêvî zêde neajotin. Piştî Yekta, wî gav navêt ser dikê. Lê hevalên wî xwestin ew ji bo bibîranîna Yekta careke din derkeve ser dikê. Wî qederekê xwe ji vê daxwaza hevalên xwe re kerr kir. Lê dizanîbû ew nikare dilê hevalên xwe bihêle. Lewma biryar da û ji nû ve derket ser dikê.

Foto 25
Lê dizanîbû dê weke berê nikaribe karê şanoyê bike. Ew wisa dihizirî ku bêyî Yekta dê nikaribe li ser sahneyê bimîne. Rojekê bêyî Yekta tevlî festîvaleke şanoyê bû, nexêr wesayîta wî qeza kir. Hêvî bi wî kenê xwe yê bextewar jiyana xwe ji dest da.

Foto 26
Hîna demsalek jî di ser mirina Yekta re derbas nebûbû. Hêvî jî da pey wî…

Foto 27
Niha ez baş têdigihîjim bê ka ev fotografên di destên min de behsa çi dikin.

Foto 28

Kêliya ku fotograf hatiye girtin, destpêkê û dawiyê, ango herduyan jî dihewîne. Du dilên paqij ku derketine ser sahneya jiyanê. Ev fotograf behsa hevaltiya wan ya dilpak dike.

Her cara ku li vî fotografê wan dinihêrim ez xwe nagirim û dipirsim.

Gelo dê fotografên me ji yên pişt me re çi bibêjin û behsa çi bikin?

* Ardîn Dîren ev nivîs ji ber pirtûka sînemavanê Kurd Xelîl Dag a bi navê “Dostê çiya yê dilsoz” wergerand Kurdî. Ji bo bibîranîna Hêvî  û Yekta, “Roja Şanogerên Cîhanê” ango 27’ê Adarê ev nivîs hat wergerandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.