- Şêwekarê Meksîkayî Diego Rivera, beriya bi 80 salan, xeyala muzexaneyekê dikir û dixwest di vê muzexaneyê de hunerên kevnar ên Meksîkayê werin nîşandan.
Şêwekarê Meksîkayî Diego Rivera, beriya bi 80 salan, xeyala muzexaneyekê dikir û dixwest di vê muzexaneyê de hunerên kevnar ên Meksîkayê werin nîşandan. Piştî ku 80 sal derbas bûn, ji bo xeyala wî pêk were, li Meksîkayê muzeya bi navê “Anahuacalli Museum” vebû.
Rivera, di manîfestoyekê de ku di navbera salên 1945 û 1950 de nivîsî, behsa bajarê huner dike û tîne ziman ku divê “bajarekî hunerî” were avakirin. Li gorî xeyala Rivera, di vî bajarê hunerî de hunermend û sinehetkar dê bi hev re kar bikirana û li wir bijiyana. Lê Rivera sala 1957’an wefat kir û ev xeyala wî pêk nehat. Li ser vê fikra wî, komplekseke ji 13 avahiyan hate vekirin. Di nav vî bajarê hunerî de baxçe, ciyên workshopan, performans û salonên pêşangehan hene. Muzeya Anahuacalli, li herêma Coyoacan a Mexico City ye.
Muze di 6 salan de hatiye çêkirin û tê de 50 hezar xebatên hunerî tên nîşandan. Navê muzeyê jî bi zimanê Aztekiyan e û maneya wê “Ciyê bi avê hatiye dorpêçkirin, nêzî avê” ye.
MEXICO CITY